Tîma Ewlekarîyê Axaftina Trump Birî û Ew ji Salonê Derxist

Serokê Amerîka Donald Trump dema di preskonferansê de diaxifî ji alîyê tîmê ewlekarîyê ve ji salonê hat derxistin.

Donald Trump piştî demekê vegerî salonê û da zanîn ku li derveyî Qesira Sipî dengê çekan hatiye bihîstin.

Trump got ku karbidestên ewlekarîyê gule bi ser bergumanekî de reşandine û ew birine nexweşxaneyê.

Wî dîyar kir ku karbidestên ewlekarîyê dê ser bûyerê agahîyên berfireh bidin.