Serokê Amerîka Donald Trump ji Civata Senatoran xwest ku demûdest dest bi darizandina wî bike, pîştî ku Civata Nûneran ew bi du xalan bi fermî tawanbar kiribû.
“Piştî ku Demokratan mafê xweparastinê neda min û nehêla ez parêzer û dîdevanan bînim, niha ew dixwazin ser Civata Senatoran jî ferz bikin ku çawa darizandin pêk were. Ez dadgehkirineke demûdest dixwazim,” Trump ji ser Twitterê got.
Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi gotibû ku ewê fayla împîçkirinê neşîne pêş senatoran, heta ku Komarî eşkere bikin ku rêbaza dadgehkirina Trump dê çawa be.
Li gor qanûnên Amerîkî, divê Seroktîya Civata Nûneran daxwaza darizandina serokê împîçkirî bişîne Civata Senatoran û ew jî di bin çavdêrîya Serdadwerê Dadgeha Bilind ya Amerîkî de, rûniştinên dozên împîçkirinê yên hember serok bi rêve bibe.
Piştî darizandinê, Civata Senatoran di rûniştineke taybet de mijarê gotûbêj dike ku piştgirîya biryara Civata Nûneran bike yan ne.
Senator, dû re di rûniştineke vekirî debiryar didin ku serok ji kar were dûrxistin yan ne, lê jiber ku endamên partîya Trump piranîya beşa jorîn ya Kongresê kontrol dikin, ne çaverê ye ku biryareke dijî Trump bide.