Trump Dijî Îranê Hişyarîya Êrîşên Tundtir Dide

Serokê Amerîka Donald Trump

Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê dîyar kir ku ger Tehran venegere danûstandinan, Amerîka amade ye ku şerê dijî Îranê tundtir bike.

Wî herwiha hişyarî da ku binesazîya enerjîyê ya Îranê dikare bibe armanc û bal kişand ku hêzên Amerîkî bi zanebûn ji zirardayîna navendên sereke yên hinardekirina petrolê yên welêt dûr sekinîne.

Serok Trump ev daxuyanî di hevpeyvîneke de, bi peyamnêrê Fox News Trey Yingst re ku roja Sêşemê di bernameya Special Report with Bret Baier de hate weşandin.

Trump behsa Girava Xarg ya Îranê jî kir ku navenda sereke ya derfirotina petrolê ya Îranê ye.

Girava Xarg ya piçûk dî warê stratejîk ve xwedî girîngîyeke mezin e, jiber ku nêzî ji sedî 90 derfirotina petrola xav ya Komara Îslamî li wir pêk tê û jibo aborîya Îranê wek pir girîng tê nirxandin.

Trump ragihand ku hêzên Amerîkî "du yan sê caran" li Girava Kharg xistine, lê bi zanebûn jiber girîngîya wan di aborîya cîhanî de wan êrîşê navendên petrolê yên Giravê nekirine.

“Li her tiştî bixin, lê ne li navendên petrolê. Tenê we herêma biçûk li derve (êrîşan) bihêlin. Destê xwe bi petrolê nedin. Jiber ku ez vê yekê jibo aborîya cîhanê naxwazim. Ew, hûn dizanin, perçeyeke girîng a aborîya cîhanê ye," wî ji Fox Tv re got.

Trump got ku Amerîkayê hîn jî dikare êrîşî navendên petrolê bike lê dîyar kir ku gaveke wisa niha ne pêkan e.

"Loma me ew gav neavêtîye. Di demekê de em dikarin, lê bi ya min niha ne pêkan e," wî got.

Wî herwiha hişyarî da, ku ger dîplomasî têk biçe, pêkan e ku Amerîka lîsteya armancên xwe yên êrîşan berfireh bike ku dibe santiralên elektrîkê û pirên Îranê bibin armanc.

"Ezê armancên enerjîyê jibo dawîyê bihêlim, lê dî dawîyê de emê li armancên enerjî bixin yê,"

Dema ji Trump hat pirsîn gelo Amerîka hizra destdayîna Girava Xarg dike yan na, wî got:

"Ez nikarim vê yekê ji were bêjim jiber ku ger bêjim, ewê bêaqilî be," Trump got.

Lê, serokê Amerîka egera destdayîna Khargê vekirî hişt, ku gîrêdayê pirtir qelskirîna kanînên leşkerî yên Îranê da,

"Mijara girtina wê (Girava Xarg) girêdayê vê yekê ye, ger em wan têra xwe û bî kûrahî paşde bixin, ezê wê yekê bikim," wî got.

Ev daxuyanîyên Trump di demekê balkêş de hatin, ku artêşa Amerîka bi pêlên ser hev yên êrîêan tund li çeperên leşkerî yên Îranê li nêzîkî Tengava Hormuzê dixin.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) dibêje ku ew bi firokeyên şer, dron û keştîyên deryayî yên Amerîkî li cûrbecûr cihên leşkerî yên Îranê dixe, da ku kanînên wan werin têkbirin.

CENTCOM armanca êrîşên xwe wek qelskirina kanînên leşkerî yên ku hêzên Îranî di êrîşên li Tengava Hormuzê de bi kar tînin, dîyar dike.

Hejayê balkişandinê ye erîşên CENTCOM’ê, piştî ku Washingtonê roja Sêşemê (14 Tîrmeh) dijî Îranê dorpêça deryayî ji nû ve ragihand, hatine destpêkirin.