Serokê Amerîkayê Donald Trump, di postên cuda de dîmenên destpêkê yên êrîşkarê ser merasîma şîvxwarina salane ya Peyamnêrên Koşka Spî û dema desteserkirina wî weşandin.
Di heman demê de Rêveberîya Polîsên Washington nasnameya Gumanbarê teqekirina eşkere kirin, êrîşkar wekî Cole Thomas Allen, 31 salî, ji Torrance, California, hat nasîn.
Li gorî polîsên Washingtonê, gumanbar bi du çekên agirîn û çend kêran ketiye cihê bûyerê û gule berdane efserekî hêzên ewlehîyê, êrîşkar demûdest hatîye girtin û efserê birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.
Serok Trump got, "Ez bi efser re axivîm, ew pir baş e, moralê wî bilind e, û me jê re got ku em ji wî hez dikin û em rêzê li wî digirin," Trump got.
Polîsên Washingtonê di civîneke çapemeniyê de piştî bûyerê gotin ku êrîşkar ber bi hola ku serok û mêvan lê amade bûn ve çûye, lê ew zû hatîye girtin û desteser kirin.