Sazîya Statîstîka Tirkîyê (TUÎK), rêjeya bêkarîyê ya meha Hezîranê di meha Tebaxê de eşkere kir.
Li gor pêzanînên TUÎK’ê, di mehe Hezîranê de li gor meha Gulanê 0.3 puan bêkarî daketîye û rêjeya bêşixûlan % 10.30 ye. Ev rêje jî li gor meha Hezîranê 2021’an 0.6 puan nizimtir e.
Li gor van rêjeyan jî di Hezîranê de hejmarê bêkaran 136 hezar kes kêm bûye û niha hejmara giştî ya kesên bêkar li tevahîya Tirkîyê 3 mîlyon û 541 kes in.
TUÎK radigîhîne ku rêjeya nifûsa cîwanan neguherîye, lê bêkarî di nava kesên navbera 15-24 salî di asta % 20.4 e.
Daneyên TUÎK’ê ji alîyên hin rêxistinê abarîyê û sendîkayan ve rast nayên dîtin, ew li hemberî rêjeyên TUÎK’ê tevahî hejmarekî gelek cûda diweşînin.
Navenda Lêkolîna Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK-AR) hejmarê bêkaran wek 7 mîlyon û 607 hezar radigîhîne.
“TUÎK, kesên ku jibo kar serî li sazîya dewletê nedane nahêjmire. Loma jî di navbera hejmarê me û TUÎK’ê de ferqeke mezin heye. Li gor lêkolîna me jî hejmarê bêkaran di meha Hezîranê de 7 mîlyon û 607 hezar kes e.”
ÎŞKÛR sazîyeke dewletê ye ku jibo kesên bêşixûl kar dibîne. DÎSK-AR bal dikşîne ser rêjeyên ÎŞKUR û TUÎK’ê ku daneyên wan her du sazîyên dewletê hevdu nagirin.
Hin rûniştvanên Enqerê ji bilindbûna enflasyonê û ji bêkarîyê dikin.
Bayram Koç, ku li bazarekê dixebite, dibêje ku dema kar dibe ew tê bazarê, lê gelek demên wî betal diçe.
“Ez niha dixebitim, lê ez xwe bê şixûl dibînim. Dema têm bazarê karê min heye, lê pir caran dema min bêşixûl derbaz dibe. Ez jî nizanim karê min heye yan na? Jixwe jiber bilindbûna enflasyonê em kar bikin çi ye, nekin çi ye, qet feyde nade.”
Mehmet Ozgun jî kesekî bêkar e û dibêje ku rewşa aborîya wan ji berê gelek xirabtir bûye.
Your browser doesn’t support HTML5
ED_08_17_2022_TUÎK_DÎSK_Bêkarî