Tuncer Bakirhan, hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî ) îro Sêşemê qanûna çarçoveyî ku tê çaverêkirin ku di parlementoya Tirkîyê de were pêşkeş kirin, ji bo pêşvebirina pêvajoya aştiyê wekî derfeteke dîrokî bi nav kir.
Bakirhan ku di civîna heftane ya koma parlementoyê ya partiya xwe de got ku qanûna çarçoveyî wê ji bo pêvajoya veguheztinê ya ku bo çareserîya pirsgirêke dîrokî pêwîst e, garantiyên qanûnî yên demokratîk biafirîne.
“Ev cara yekê ye ku pirsgirêka Kurd, ku sed sal e tûne tê hesibandin, wê di çarçoveyek qanûnî ya li ser bingeha danûstandinê de cîh bigre," Bakirhan got.
Bakirhan qanûna çarçove ya pêşniyarkirî wekî "derîyek ji bo aştiyê" penase kir, û got ku ewê jibo bidawîanîna pevçûnê û bidestxistina aştiyeke mayînde bingeha hiqûqî ava bike.
Bakirhan ji hemû partîyên sîyasî xwest ku piştgirîya qanûna çarçoveyî bikin, û got ku parlamento vê hefteyê bi "rojeva dîrokî" re rûbirû ye.
Wî banga DEM Partîyê ya avakirina Komîteya Çavdêriya Aştiyê li parlementoyê dubare kir û got ku divê pêvajoya aştiyê bi beşdariya hemû partiyên siyasî bi awayekî zelal û demokratîk bidome.
Wî her wiha banga DEM Partiy ya ji bo baştirkirina şert û mercên danûstandin û xebatê ji bo Abdullah Öcalan ji nû ve dubare kir, û îdia kir ku ev ji bo aştiyeke domdar pêwîst in.
Hevserokê DEM Partîyê herwiha jibo baştirkirina mercên danûstandin û xebatê yên Abdullah Ocalan jî bang kir û got ku ku ev jibo mayîndebûna aştiyê pêwîst in.
Bakirhan dîyar kir ku piştî pejirandina qanûna çarçoveyî, divê reformên siyasî, qanûnî û rêvebirî jî werin çêkirin, tevî tedbîrên jibo xurtkirina hevwelatîbûna wekhev, berfirehkirina demokrasîya herêmî û rakirina astengiyên li pêşiya beşdarîya demokratîk.
“Loma, em dibêjin bila Tebax bi qanûna çarçoveyî bibe meha ku bingehên aştiyê tên danîn. û bila Cotmeh jî di avakirina Tirkîyeke demokratîk de bibe destpêka bihareke nû,” wî got.
Qanûna çarçove ya pêşniyarkirî, ku li bendê ye vê hefteyê were Parlamentoyê, armanc dike ku jibo destpêşxeriya aştîyê ya berdewam ya li Tirkîyê bingeha qanûnî ava bike.