Hêzên girêdayî serokê Lîbya Muamer Qaddafî êrîşên kujêr li ser çend bajarên bin kontrola hevrikan pêk anîn, tevî ku hêzên serhildayan bizavên xwe xûrt dikin ku nêzîkî Trablusê bin.
Tê ragihandin, di êrîşên Yekşemê de tank, firokên jet, helîkopter û topên giran hatine xebitandin.
Rêberên hêzên serhilda got, wan qûrbanîyên mezin dane dema jibo destxistina bajarê Sirte ketine kemîna hêzên dilsozên Qaddafî. Bajarê Sirte ku cîyê dayîkbûna Qaddafî ye.
Artêşa Lîbyayî do Yekşemê îdîa kir ku wan serhildayan ji bajarê Bin Jawad der xistin.
Rêberên serhilda do Yekşemê gotîbû, wan xwe jinûve komdikir li bajarê girîng Ras Lanuf ya bendavê. Wan her wiha dîyar kirîbû ku ew dê şerê xwe bidomînin heta ku bajarê Sirte û dawîyê de jî Trablusê bixin bin kontrola xwe.
Li Washingtonê jî 3 senatorên navdar yên Amerîkî bang li Amerîka û hevalbendan wê kir ku hizra danana herêmeke esmanî ya bêfirîn bike daku hikûmeta Lîbyayî li dijî sîvîl û serhildayan firokên cengî bikar neyîne.