Tunis: Du Jihadiyên Xwekuj Berî Êrîşê Pêkbînin Hatin Kuştin

Polîsê Tunis roj çarşemê da xuyakirin ku wan du bergumanên Jîhadî yên terorîst kuştine û dest danîne ser çek û bombeyên ku, bi xweve girêdabûn jibo teqandinê.

Li gor wezareta navxwe ya Tunisê, ew herdu kesên Jîhadî ji aliyê polîs ve diahtin naskirin û ew di lîsta terorîstan de bûn, berî ji aliye hêzên ewlekariya Tunisê de bên kuştin herdu terorîstan ji derengî roja sêşemê heta berbanga roja çarçemêliber xwe dida û xwe radest nekir bûn.

Wezareta navxwe di daxuyaniyekê de got herdu kesan pilan dikirin jibo êrîşeke terorîst li herêmê encam bidin, lê polîsan rê liber encamdana êrîşa wan girt.