Li Tûnisê 150 Kesên Din Hatin Desteser Kirin

Karbidestên Tûnisî nêzî 150 kesên din desteser kirin ku di nav wan de rêberên opozîsyonê jî hene.

Ev hefteyek e ku Tûnis bûye qada xwepêşandanên nerazîbûnê, piştî ku bi hezaran kes bo protestokirina buhabûna tiştan û zêdekirina bacan herikîbûn kolanan.

Bizavkaran û sîyasetvanên hevrik, di salvegera heftan ya gêrkirina serokê berê Zeynelabidîn Bîn Alî, li seranser Tûnisê îro û sibe Şemîyê banga xwepêşandanên nû dikin.

Roja Pêncşemê xwepêşandanên nerazîbûnê li bajarê Siliana ya bakur, Sidi Bouzid ya navîn û Duz ya başûrê Tûnisê qewimîbûn.

Di xwepêşandanên roja Duşemê de xwenîşanderek hatibû kuştin û bi dehan avahîyên hikûmetê hatibûn şewitandin.