Piştî Girtina Sandiqên Dengdanê li Stenbolê Çav li Riya Encaman in

Istanbul elections Ekrem Imamoglu voting

Piştî girtina sandiqên dengdanê li bajarê Stenbolê pêşbîniya encamên seretayî wê çend demjimêran dirêj bikin ta ku diyar bibin.

Tîmeka Encûmena Ewrupî hin çavdêr şandibûn Stenbolê ji bo çavdêriya hilbijartinan.

Di hilbijartinên berê yên meha Adarê de kandîdê opozisyonê Ekrem Îmamoglu bi awakî berbiçav serkeftin qezenc kiribû, lê encam hatin redkirin.

Rikberiya van hilbijartinan dinavbera du kandîdên sereke de ye, kandîdê opozisyonê yê 49 salî Ekrem Îmamoglu û yê partiya desthilatdar Binali Yildirim ê 63 salî.

Herdû kandîdan jî li gel malbatên xwe dengên xwe dan.

Li gel wan her wiha 21 kandîdên din hene.