OHD: Li Amedê 10 Kes Hatine Desteserkirin

dimenek komek hezên ewlehîyê yên Tirkîyê (Arşîv)

Komeleya Hiqûqnasên jibo Azadiyê (OHD) Şaxê Amedê ragihand ku îro Pencşemê li Amedê herî kêm 10 kes hatine desteserkirin û demûdest daxwaz berdana wan kesan kir.

Li gor daxuyanîya OHD'ê, ew kes bi sedema ku " beşdarî merasîmên sersaxîyê yên ji bo endamên PKK’ê yên ku di demên cuda de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane bûne" hatine desteserkirin.

Komeleyê, destnîşan kir ku ev desteserkirin, di heyamekê de pêk tên, ku piştî Qanûna Çarçoveyî tê hêvîkirin pêvajoya aştîyê û civaka demokratîk xurt bibe, û ev yek bi ruhê pêvajoyê re nehvseng e.

OHD'ê, krîmînalîzekirina welatîyên ku beşdarî serdana sersaxîyê bûne wekî tiştekî nayê qebûlkirin bi nav kir, bi taybet di demekê de ku vîna aştîyê divê were xurtkirin.

"Civakek demokratîk bi polîtîkayên zext û girtinê nayê avakirin," û daxwaza berdana kesên girtî kir,” Wê got.

Li gor medya xwecehî jî, operasyon di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgerîya Amedê de tê kirin û kesên hatine desteserkirin di xebatên ciwanan ên DEM Partîyê de cîh digirin.

Medya dibeje ku dibe jimara kesên desteserkirî zêdetir be.

Karbidestên ewlehîyê heta niha di derbarê sedema desteserkirinan de daxuyanîyeke fermî nedane.