Îlke İşik: Doza Komkujîya Gara Enqerê Hîn Dewam Dike

Parêzera Komkujîya Gara Enqerê Îlke İşik li ser doza Komkujîya Gara Enqerê jibo Dengê Amerîka axaft.

İşik got:

“Dadgehê tenê jibo 19 kesên girtî biryarên cezayî da. Di dosyeya dadgehê de 36 kes hebûn.16 DAİŞ’’i yên fîrarî ji hene û jibo van kesên fîrarî dosye teslîmî dadgehê hat kirin. Doz dê li ser 16 kesên fîrarî berdewam bike. Qonaxa yêkem ya dozê xelas bû. Lê doz hîn berdewam dike.”

Berîya niha sê salan di dîroka Tirkîyê de komkujîya herî mezîn li Paytext Enqerê pêk hat.
Di 10ê cotmeha 2015’an de, li ser banga partîyên sîyasî û rexistinên civaka sîvîl bi sed hezaran kes jibo “Mîtînga Ked, Aştiyê û Demokrasîyê" li Gara Enqere kombûn.

Hemû kesî amedekarîya çûyîna ber bi Qada Sıhhîyê dikir. Tam wê demê

teqîna du bombeyan hat.

Jibo dîroka Tirkîyê komkujîya herî mezin pek hat û di erîşên xwekujî de 103 kes mirin.

500 kes birîndar bûn û gelek ji wan seqet man.

İşik li ser berdewam kirina dozê got:

“Emê vê biryarê bibin Dadgeha Herêmî ya Enqereyê, Amadekarîyên hiquqî yên jibo pêvajoya Dadgeha Bilind bikin. Dosyeya 16 gumanbarên fîrarî yên werin cûda kirin. Hewldana me heta ku berpirsîyar û hemî karbidestên sûcdar tevlî vê dozê tê kirin dê berdewam bike. Li Dadgeha Destûra Bingehîn dosyayên me hene, Dozê emê bi şopînin. Heta hemû berbirsîyar tên darizandin.”

ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Mem Botanî