Serokê Partîya Tevgera Neteweyî (MHP) Dewlet Bahçelî, di nirxandineke 50 xalî de, pêvajoya ku ew wek “Tirkîye ya bêteror” pênase dike, wek mijareke stratejîk ya siberoja welat nirxand.
Daxuyanîya taybet a Bahçelî roja Yekşêmê, 15’ê Mijdarê, di rojnameya “Turkgun”de, bi sernivîsa “Ji Bo Meşek Ber bi Siberojeke Ronîtir di 50 Xalan de Tirkîyeke Bê terror, " hat weşandin.
Di nirxandina Bahçelî de, çekberdan û bidawîkirina hebûna rêxistinî ya Partîya Karkerên Kurdistanê, (PKK), parastina yekîtîya neteweyî û xurtkirina dewletê wek xalên sereke derketîn pêş.
Bahçelî desthevgirtina di navbera xwe û parlemanterên DEM Partîyê de, li Parlemana Tirkîye yê, di 1’ê Cotmeha 2024’an de, wek” yek ji nîşanên girîng ên yekem ên vîyana siyasî bû ku paşê hate nîşandan,” pênase kir.
Wî banga damezranerê Pkk’ê yê girtî, Abdullah Ocalan a 27’ê Şibata 2025’an jibo hilweşîn û çekberdanê rexistinê, biryara PKK’ê ya 12’ê Gulanê û merasîma sembolîk ya çekberdanê ya 11’ê Tîrmehê jî wek qonaxên girîng ên pêvajoyê nirxand.
Bahçelî pêvajo bi guherînên siyasî û ewlehîyê yên herêmê ve girê da û got: “Tirkîye ya bêteror tenê wek mijareke ewlehîya navxweyî ya Tirkîye yê nayê dîtin.”
Wî destnîşan kir ku nakokîyên navneteweyî, şerên li herêmê û guherînên rêgeh enerjî û bazirganîyê bandorê li ewlekarî, aborî û siyaseta derve ya Tirkîye yê dikin.
“Ji perspektîfa MHP, Tirkîye ya bêteror mîna armanceke stratejîk tê dîtin, ji bo kêmkirina xeterîyên ewlehîyê yên ku ji ber şerên wekalet û rêxistinên terorîst li herêma derdora Tirkîyê berdewam dikin. Armanc ew e ku vîyana ewlehîyê û manoveriya herêmî ya Tirkîye yê xurt bibe.
Bahçelî girîngîya lihevhatina civakî jî destnîşan kir û got: “Rêberên me aqilê hevpar û hişmendî ne.”
Di nirxandinê de, Bahçelî destnîşan kir ku divê çek û tûndî ji siyasetê werin dûr xistin. Li gor Bahçelî, daxwazên siyasî divê di çarçoveya siyaseta demokratîk, hiqûq û destûra bingehîn de werin gotûbêjkirin.
Wî rola parlemanê û beşdarîya partîyan jî wek xalên “girîng” nirxandin.
Bahçelî bal kişand ku aştîyeke mayînde girêdayê pêşketina aborî, civakî, hiqûqî û demokratîk e.
Perwerde, kar, pêşketina herêmî û xurtkirina xizmetên giştî jî di nirxandina wî de wek xalên din hatin rêzkirin.
Li gor şîrovekaran nirxandina Bahçelî ya bi 50 xalan, armancên pêvajoyê rave dike, lê ji bo gavên pêş, dem yan hûrgîlîyên din eşkere nake.