Karbidestên hikûmeta Tirkîyê û jimareke partîyên siyasî îro Çarşemê pêşwazîya pêşnivîsa qanûnekê kir, ya ku wê jibo hilweşandin û bêçekkirina Partîya karkerên Kurdistanê (PKK) bingehekê hiqûqî ava bike û piştgirên wê pêşnivîsê jibo çaresrîya pirsgirêka Kurd wek gavek destpêkê bi nav dikin.
Abdullah Guler, serokê koma parlemanê ya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar, pêşnîyara ku bi fermî navê wê “Pêşnivîsa Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" ye, bi îmzeya 360 parlemanteran ji seroktîya parlemanê re hatiye pêşkeşkirin.
Pêşnivîsa ku Lijneya Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê ew berî salekê li parlemanê ava kir, di 5’ê Tebaxê de hat pêşkêşkirin.
Di nav îmzekaran de parlamenterên ji AKP, MHP, DEM Partî, CHP û HUDA PAR, û herwiha hin endamên koma Rêya Nû û parlamenterên serbixwe hene.
Guler got ku hikûmetê di amadekirina pêşnivîsê bi sazîyên dewletê, pisporên hiqûqî û partîyên siyasî re şêwirên demdirêj kirine. Wî got ku armanca vê qanûnê, piştî çekberdana PKK’ê, jibo entegrekirina endamên rexistinê avakirina çarçoveyeke hiqûqî ya "dadmend û rastbîn " e.
Serokê Parlemanê Numan Kurtulmuş di daxuyanîyekê ser X’ê de got ku ev qanûna dikare "derîyê serdemeke nû veke".
Kurtulmuş pêvajoya parlemannê wekî mînakeke demokrasîyê bi nav kir, ya ku "aqilmendîya dewletê û aqilmendîya gel" li dora armancek hevpar anîye cem hev.
“Ev xebata ku nerînên siyasî yên cuda li ser bingeheke hevpar a ewqas girîng tîne cem hev, jibo armanca "Tirkîyeke bêteror" qonaxeke girîng e, ku wê keleha navxweyî ya welatê me û herwiha yekîtî û biratîya me ya neteweyî xurttir bike,” wî got.
Berdevkê AKP’ê Omer Çelîk pêşkêşkirina qanûnê wekî qonaxa herî girîng a pêvajoya du salan bi nav kir.
Çelik got ku rakirina terorê ji rojevê wê hawirdorek siyasî biafirîne ku demokrasîya Tirkîyê berfireh bike.
Cîgirê Serokê AKP’ê Efkan Ala got ku di pêvajoya pêşkeşkirina qanûnê de ti derengî çênebûye û hikûmet armanc dike ku qanûn berîya destpêkirina betlaneya Parlemanê were pejirandin.
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî piştî îmzekirina pêşnivîsê got ku pêşkeşkirina qanûnê gaveke dîrokî ye ku "biratîyeke hezar salî dipejirîne.".
"Tirk, Kurd û nasname û zimanê wî her çibe, herkesî qezenc kirîye. 86 mîlyon welatîyên me û gelên Rojhilata Navîn qezenc kirine. Hevdem, ber bi têkbirina projeyên cîhanî ve gava yekê hatîye avêtin,” wî got.
Cîgirê Serokê MHP’ê Fetî Yildiz pêşkeskirina qanûna wek polîtîkayeke dewletê ya berfireh bi nav kir û got ku divê qanûn demkî be û bibêçekkirina PKK/KCK’ê sînordar be.
DEM Partîyê jî piştî civîneke navxweyî pêşnivîs îmza kir. Hevserok Tuncer Bakırhan qanûna pêşnîyarkirî wek destpêkek girîng pênase kir, lê bal kişand ku kêmasîyên wê hene.
"Ev qanûn ne qonaxa dawî ye; berevajî vê, ev destpêkek girîng û dîrokî ye. Ew ne tenê îmzayek li ser belgeyekê ye, lê îmzayek jibo aştî, demokrasî û siberoja me ya hevpar e," wî got.
Ozgur Ozel, serokê Partîya Nû (Partîya YENÎ) û parlementerên partîya wî, pêşnivîs îmza nekirin. Lê Ozel got ku nêzîkatîya erenî ya partiya wî jibo pêvajoyê neguherîye.
Wî AKP rexne kir ku pêşnivîsa qanûnê bi xebata hevpar ya bi hemû partîyan amade nekirîye.
CHP û HUDA PAR’ê jî bi îmzekirinê pêşnivîsê, piştgirî da qanûna pêşnîyarkirî.
Seroktîya parlementoyê wê niha “Pêşnivîsa qanûna li ser Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" bişîne Lijneya Dadwerîyê ya parlementoyê, ku çaverê ye, piştî dema bendê ya 48 demjimêran ya pêwîst, lî wir di 7’ê Tebaxê were nîqaş kirin.
Ger li Lijneya Dadwerîyê were qebûl kirin, li bende ye ku pêşnivîs roja Yekşemê bigihîje Civata Giştî. Hikûmet armanc dike ku pêşnivîs herî dereng heta 11’ê Tebaxê wek qanûn were qebûl bikin û jibo erêkirinê were şandinê ofîsa serokê welat Erdogan.
Hejayê bal kişandinê ye ku ger pêşnivîs wek qanûn were pejirandin jî, bendên navendî yên qanûnê wê demûdest nekevin merîyetê.
Divê sazîyên ewlehîyê yên Tirkîyê pêşî dîyar bikin ku PKK/KCK û sazîyên girêdayî wê çalakîyên xwe bi dawî kirine û çekên xwe radest kirine. Piştre jî Lijneya Ewlekarîya Neteweyî ya Tirkîyê vê dîyarkirinê bi biryarek ku wê di Rojnameya Fermî de were weşandin, piştrast bike.
Piştî piştrastkirina di Rojnameya Fermî de, kesên ku şertên di qanûnê bicîh tînin divê jibo sûdwergirtinê di nava şeş mehan de serlêdanê bikin.