Berdevk û Cigîrê Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Omer Çelîk îro Çarşemê pejirandina qanûna çarçoveyî ji alîyê parlemantoya Tirkîyê ve wek gaveke dîrokî bi nav kir, û got ku jibo çekberdana Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê û tevî KCKê bingeha qanûnî diafirîne.
“Duh rojeke dîrokî bû. Bi armanca rojeva Tirkîyeke bêteror, Parlemantoya pîroz çarçoveya qanûnî çêkir ku rê li ber çekberdan PKK/KCK ve vedike û bingeha qanûnî ya vê pêvajoyê amade dike,” wî got.
Qanûn, ya ku bi fermî wek "Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" tê binavkirin, duh Duşemê di 10’ê Tebaxê de, bi 467 dengên erê, 87 dengên na, û 7 dengên bêalî û 2 dengên betalbûyî hat pejirandin.
268 parlamenterên Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP), 55 yên Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî), 44 yên Partîya Tevgera Neteweperest (MHP), 35 ji Partîya Yenî, 29 yên Partîya Komarî ya Gel (CHP), 16 yên Partîya Rêya Nû (Yeni Yol), 4 yên Partîya Doza Azad (HUDA PAR), 3 yên Partîya Karkerên Tirkîyê( TÎP), 2 yên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), 1 Partîya Kedê, Serokên DSP’ê û Serokê Partîya Saadetê, bi giştî 467 parlamenteran dengên erê bi kar anîn.
Encamên Dengdanê di Parlemantoya Tirkiyê de ser ser Qanûna Çarçoveyî
Lê, 87 parlementaran jî dengên na bikar anîn, ku tevahîya 29 parlamenterên ji Partîya ÎYÎ, 54 ji Partiya Yenî, 2 ji CHP, 1 ji Partiya Demokrat, û 1 jî yê serbixwe bûn. Partîya Refaha Nû ya bi 3 parlementeran û 3 yên ji Partîya Yenî Yol jî bêalî man.
Herwiha hat dîyarkirin ku 2 parlamenteran dengên dubare dane ku ew deng hatine betalkirin.
Çelîk got ku piştgiriya berfireh ya parlemantoyê jibo armanca hikûmetê ya "Tirkîyeyeke bêteror û herêmek bê teror" pabendbûnek siyasî ya zelal nîşan dide.
Berdevkê hikûmetê herwiha navbeynkarîya navneteweyî yan mekanîzmayeke çavdêrîya serbixwe ya ji alîyê sêyemîn ve red kir.
Çelîk got ku Tirkîye dikare bi rêya saziyên xwe pirsgirêkê çareser bike û wî ev nêzîkatiyê wekî "modela Tirkîyê" pênase kir.
"Tirkîye hewceyî çavekî sêyem nîne. Çavê sêyem 86 mîlyon xelkê welêt e," wî got.
Wî bi berdewamî îdia kir ku ger PKK bi tevahî hilweşe û çekên xwe radest bike, şêwaza Tirkîyê jibo welatên din yên herêmê jî dikare bibe model.
Çelîk herwiha dijî rexneyên opozîsyonê berevanîya qanûnê kir. Wî got ku hikûmetê pêşnîyarên avaker girtîye ber çavan, lê hin endamên opozîsyonê xalên ku di qanûnê de tûnebûn, rexne kirine.
Ji alîyê din ve, Wezîrê Navxweyî Mustafa Çiftçi îro Çarşemê walî, serokên polîsan û fermandarên jendermeyan yên her 81 parêzgehên Tirkiyê civîneke giştî pêk tîne.
Çaverêye ku serokê parlemantoyê Numan Kurtulmuş jî beşdarî civînê bibe, û karbidestên saziyên ewlehîyê li ser nexşerêyek pêkanîna qanûnê û pirsgirêkên rêveberî û ewlehîyê gotûbêj dikin.
Qanûn wê demûdest nekeve warî cîbicîkirinê de. Divê Civata Ewlekarîya Neteweyî ya Tirkîyê pêşî bêçekkirin û hilweşîna temamî ya PKK’ê piştrast bike. Dema ev biryar di Rojnameya Fermî ya dewletê de were weşandin, kesên ku mercên wan li gor pênaseyên qanûnûne bin, jibo sûdwergitinê di nav 6 mehan de, serlêdanê bikin.
Di qanûnê de hin tawnên rêxistinî, endamtî, alîkarî, propaganda û fînansekirina terorîzmê yên têkildarî PKK’ê têne pênase kirin. Kuştina bi zanebûn û tawanên ku berîya 1’ê Hezîrana 2005’an hatine kirin û cezayê zîndanê yê heta hetayê di nav vê qanûnê de tûnene.
Lêpirsîn, darizandin û cezayên ku kesên serlêdanê bikin û mercên wan guncaw bin, ewê ji bo 5 yan 10 salan werin sekinandin. Ger ew kesêna di wê heyamê de tawanek nû nekin, dozên wan dikarin werin betalkirin yan jî cezayên wan wekî ku hatine pêkanîn werin hesabkirin.