Tirkîye ragihand ku jiber bêserûberîyên weberhênanê, fîkarên ewlehî û pîvanên civaka giştî hemwelatîbûna 6,134 weberhêner û endamên malbatên wan hatine betal kirin.
Wezareta Navxweyî rave kir ku ev kesên biyanî yên ku bi rêya bernameya weberhênanê daxwaza hemwelatîbûna Tirkîyê dikin, piştî komkirina belgeyên mafdarîya weberhênanê werdigirin, û lêpirsînên ewlehîyê û lêkolîna arşîvê têne kirin, biryara hemwelatîbûna wan têne encamdan.
Li gor wezaretê, biryarên betalkirinê piştî lêpirsînên di derbarê nerêkûpêkîyên di bernameya bidestxistina hemwelatîbûnê bi rêya weberhênanê û fîkarên ewlekarîya neteweyî û pîvanên civaka giştî de, hatîne dayîn.
Wezaretê got ku piştî destnîşankirina raporên nirxandina xanî û erdan yên sexte an nerêkûpêk, belgeyên guncawbûna weberhênanê yên 5391 weberhêner û endamên malbatên wan hatin betalkirin.
Herwiha biryarên hemwelatîbûna 743 kesên din, tevî 263 weberhêner û endamên malbatên wan, jiber fîkarên li ser ewlekarîya neteweyî û pîvanên civaka giştî daxwaznameyên wan paşde hatine vekişandin.
Wezaretê herwiha derbarê lêpirsîneke ku roja 21’ê Îlonê li Stenbolê destpê kirîye de jî agahî da. Wezaretê got ku di çarçoveya lêpirsînê de, 1070 kesên ku bi rêya firotinên sexte yên mal û milk hemwelatîbûna Tirkîyê bi dest xistine, hatine destnîşan kirin. Hevdem, Dosyayên 11 kesên din jî hîn di qonaxa lêpirsînê de ne.
Karbidestên Tirkîyê ragihandin ku hemû nerêkûpêkîyên gumanbar wê jibo lêpirsînê jibo karbidestên dadwerîyê werin şandin.