Tirkîye Fakulteyên Xwe yên li Sûrîyê Radestî Hikûmeta Şamê Dike

Sazîya Perwerdeya Bilind li Tirkîyê (YÖK) ragihand ku ewê beşên akademîk ên Zanîngeha Gazîantepê û Zanîngeha Zanistên Tenduristîyê yên li Sûrîyê radestî hikûmeta demkî ya Sûrîyê bikin.

YÖK'ê dîyar kir ku perwerdeya xwendekarên li wan beşan wê bênavber bidome. Biryara ser vê mijarê îro Şemîyê di Rojnameya Fermî ya dewletê de de hat weşandin.

Li gor lihevkirina ku bi Tirkî û Erebî hatiye amadekirin û ji alîyê serokên sazîyên xwendina bilind ên her du welatan ve hatiye îmzekirin, fakulteyên Zanîngeha Gazîantepê yên li Efrîn, Ezaz û Babê tevî Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Cerablusê wê bikevin bin banê Zanîngeha Helebê.

Beşên akademîk ên Zanîngeha Zanistên Tenduristîyê yên li Çobanbeyê jî wê li Sûrîyê bikevin bin sazîyên din ên peywendîdar.

Di lihevkirinê de hat gotin ku jibo perwerdeya xwendekaran qut nebe, mafên wan ên akademîk wê werin parastin û jibo ziyan li wan nebe, wê ji alîyê her du welatan ve tedbîrên hewce werin standin.

Bi lihevkirinê, karmendên van sazîyan wê wek berê karên xwe bidomînin, lê hat gotin ku Tirkîye wê kelûpelên laboratuwarê û materyalên din ên perwerdeyê yên ku dabûn fakulte û dibistana bilind a pîşeyî ya li Çobanbeyê paş ve bistîne.