Qanûna Pêvajoya Aştiyê ya Tirkîyê Êdî Zelal Dibe

Dîmenek ji preskonferansa 'Pêyvajoya Aştî û Civaka Demokratîk"

Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) plan dike ku bi partiyên siyasî yên parlementoya Tirkîyê re, zincîreke nû ya civînan pêk bîne, di demekê de ku xebatên li ser qanûnek çarçoveyî ya jibo peyvajoya çareseriya kêşeya Kurd di rojeva welêt de ye.

Tê çaverêkirin ku ev qanûna çarçoveyî jibo bêçekkirina Partîya Karkerên Kurdistanê(PKK) û piştî çek danînê, jibo vegera endmên komê ya Tirkîyê, prêbaz û rêkên qanunî pênase bike.

PKK, piştî banga rêberê xwe yê girtî Abdullah Ocalan di Adara 2025’an de hilweşîna xwe û dawîanîna şerê çekdarî ragihandibû.

Şandeya Îmralîyê ya DEM Partîyê ku pêkhatî ji: Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Ozgur Faîk Erol - plan dike ku serdana partîyên parlamentoyê bike da ku nêrînên Ocalan parve bike û jibo gavên pêş ya derxistina qanûne piştgirîya partîyan bigre.

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş di du rojên borî de bi 8 partî û komên parlementoyê re ser xebat û naveroka qanûna çerçoveyî civînên cuda pêk anîbû.

Piştî civînan, Kurtulmuş duh di preskonferansekî de got ku ev qanûn wê qanûnek demkî û taybet be û got ku “divê di vê qanûnê de tespît û piştrastkirina ku rêxistinê (PKK) çekên xwe danîne cîh bigire.”

“Ewê pêşnivîsek kurt be. Têde çi hebe, çi tûnebe, mekanîzmaya çavdêriyê wê çawa were avakirin û wê çiqas bidome dê were destnîşankirin,” wî got.

Wî bal kişand qanûna pêvajoyê dikare hefteya pêş were komîsyona parlementoyê.

Kurtulmuş rave kir ku partî bi gelemperî hevbîr in ku qanûna çarçoveyî hewce dike, lê divê ew wek efûyeke giştî yan kesayetî nebe û loma jî li ser naveroka qanûnê hîn lihevkîrînek tam nehatîye ava kirin.

Li gor ragihandinên nepiştrastkirî yên ji Enqerê, pêşnivîsa qanûnê wê ji 10 -11 xalan pêk were û di 27’ê Tîrmehê de dê pêşkêşkirinê Parlamentoyê were kirin.

Herwiha li gor heman ragihandinan, pêşnivîsa qanûnê dibe ku ji alîyê Komîsyona Dadweriyê ve di 28 yan 29ê Tîrmehê de were gotûbêj kirin, berîya ku li Civata Giştî ya Parlementoyê di 31’ê Tîrmehê yan di 1’ê Tebaxê de were nîqaş kirin.

Her çend hikûmetê pîşnivîsek fermî heya niha neweşandibe jî, li gor raportên medyayê, bi qanûnê jibo ku endamên PKK’ê ku çekên xwe deynin, wê mekanîzmayek demkî were damezrandin.

Herwiha li gor hin raporan jî pêkan e ku wê komîsyonek taybet were çêkirin da ku çavdêriya çekdanînê bike, û jibo entegrasyon endamên berê yên PKK’ê bi rêya tedbîran bigre.

Di qanûnê de hevdem wê jibo endamên vegerin jî rêbazên qanûnî hebin, kesên ku bi fermî dev ji çalakîyên çekdarî berdin, wê li dadgehên diyarkirî yên li Enqerê werin darizandin û, li gor tawanbarîyên dijî wan, wê xwedî mafê berdana bi çavdêrî bin. Lê, kesên ku bi sûcên giran yên wek kuştina bi zanebûn yan êşkenceyê têne tawanbarkirin wê ji vî mafê bêpar bimînin.

Pirsên sereke niha ev in, ka gelo partî dikarin li ser naverokek hevpar hevbîr bin, kî wê ji qanûnê sûd werbigire û gelo qanûn wê bi tenê bêçekkirinê sînordar bimîne yan wek ku DEM Partî dîxwaze wê rê li ber reformên siyasî û demokratîk yên berfirehtir veke yan na.