Herî Kêm Heft Kes li Erdhejeka Nû li Wanê Hatin Kuştin

Hotêleka heriftî piştî erdheja şeva Çarşembî li Wanê, 9'ê meha 11, 2011.

Erdhejeka bihêza 5.7 şeva Çarşembî Wan hejand û herî kêm heft kes mirin û nêzîkî 20 avahî heriftin.

Bi dehan kes li bin avahiyên heriftî mane û nêzîkî 27 kes li bin avahiyên heriftî hatin rizgar kirin.

Li gor Ajansa Jeolojîk ya Amerîkî, demjimêr 9:23 bi dema xwecihî ew erdhej qewimî ku navenda wê 15 kîlometran li Wanê dûr bû.