DEM Partî: Divê Parleman Ji bo Kirîza Aborî Kombûneke Awarte Bike

Dîmeneke ji Borsaya Stenbolê

Hevserokên Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) îro Pencşemê dîyar kir ku kirîza aborî ya li Tirkîyê her diçe kûrtir dibe û daxwaza civîneke awarte ya parlemanê kir, bê bendemayîna 1’ê Cotmehê, destpêkirina sela nû ya qanûndanînê.

Hevserokan Tulay Hatimogulları û Tuncer Bakirhan di daxuyanîyeke hevpar de enflasyona bilind, zêdebûna buhayê sotemenîyê û tevlîhevîya li Borsaya Stenbolê tedbîrên aborî yên wek sedema civîna awarte pênase kirin.

Hatimogullari û Bakirhan gotin ku divê parleman bi rojeva awarte bicive û zextên aborî yên li ser malbat, karker, cotkar û karsazan nîqaş bike.

Banga hevserokên DEM Partîyê piştî daketina tund ya Borsaya Stenbolê ya doh Çarşemê hat. Piştî ku nîşandeke BIST 100 ji sedî 6 zêdetir daket, danûstandin ji ber rawestandina mekanîzmeya bazarê demkî hatin rawestandin.

“Girtibûna Parlemanê nikare bibe sedem ku hember van pêşketinên ku bandorê li dahat û teserûfa bi mîlyonan welatîyan dikin, were sekinîn. Her roja ku heta 1’ê Cotmehê derbas dibe, berdêla kirîza aborî mezintir dike,” wan got.

Her du hevserokan gotin ku divê saziyên berpirsîyar yên tekildar ser sedema daketina Borsaya Stenbolê lêkolînê bikin. Wan heriha pirsîn ku ka gelo ew saziyên berpirsîyar ji rîskên bazarê agahdar bûn yan na û jibo parastina veberhêneran çi tedbîr hatine girtin.

Hatimogullari û Bakirhan herwiha bal kişand ser enflasyon, deynên malbat û kompanîyan, îflas û bilindbûna bihayê sotemeniyê. Li gor Enstîtuya Statîstîkê ya Tirkîyê, enflasyona salane di Tebaxê de ji sedî 31,51 bû.

DEM Partîyê hevdem bang li hukûmetê kir ku jibo sivikkirina zextên aborî, yên wek piştgirîkirina ji cotkar û hilberînerên piçûk, divê demûdest hin gav werin avêtin,

Parlementoya Tirkîyê niha di betlaneyê de ye û ewê di 1’ê Cotmehê dest bi sala nû ya qanûndanînê bike.