Jibo Berbijarên Serokomarîya Tirkîyê Peyvajoya Propagandayê Destpê Kir

Rojnameya Fermî ya Tirkîyê lîsta berbijarên serokomarîyê weşand.

Bi weşandina lîstê re bo berbijaran peyvajoya propangandayê destpê kir.

Jibo serokomarîya Tirkîyê, Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce û Sînan Ogan berbijar in.

Cîhên berbijaran yên di lîsta dengdanê de wê sibê Şemîyê li Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dîyar bibe.

Hilbijartinên Tirkîyê dê di 14’ê Gulanê de li dar kevin ku berbijar dikarin heta 13’ê Gulanê kempeynên xwe bimeşînin.

Ger hilbijartin bimîne gera duyê berbijar dê di navbera 15 û 27’ê Gulanê de karibin propagandayê bikin.

Jêder: NTV