Erdogan Serdana Misir, Lîbya û Tûnisê Dike

Recep Tayyip Erdogan.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan roja Duşembî serdaneka çar-rojî bo bakûrê Afrîkayê destpê kir bi armanca bihêz kirina baladestiya Tirkîyê li wê herêmê.

Erdogan li destpêkê serdana Qahîre dike û ligel Serokê Civata Leşkerî ya desthildatdar Muhemed Tentawî û Serokwezîrê Misirê Îssam Şeref kom dibe.

Serokwezîrê Tirkîyê roja Çarşembî serdana Tûnisê Dike. Erdogan herwiha roja Pêncşembî bi Serokê Civata Niştîmaniya Întîqalî ya Lîbyayê re kom dibe.

Hindek alî li Îsraîlê nîgeran û perîşan in ku serdana diplomatîka Erdoganî bo welatên ketîne ber ‘behara Erebî’ wê alozîyên navbera Îsraîl û Tirkîyê tundtir bikin.