Uçum: Tê Çaverêkirin ku Biryara MGK’ê ya Beçekbûna PKK'ê Dawîya Salê Derkeve

Turkey-Peace-Bill

Şêwirmendê Serokatîya Tirkîyê Mehmet Uçum roja Pencşemê ragihand ku tê çaverêkirin ku di dawîya vê salê de, derbarê hilweşîn û bêçekbûna Partîya Karkerên Kurdistanê, PKK biryara Civata Ewlekarîya Neteweyî (MGK) were dîyar kirin.

"Dibe ku di dawîya vê salê de biryara Civata Ewlekarîyê were ragihandin,” wî got.

Mehmet Uçum îro Pencşemê 15ê Cotmehê, di civîneke bi rojnamevanan re li Enqerê ser gelek mijarên di rojeva Tirkîyê de ne, axivî.

Uçum dîyar kir ku piştî dîyarbûna biryara MGK’ê, tê pêşbînîkirin gavên plankirî yên şeş mehan, heta dawiya nîvê s2027’an werin cibicîh kirin.

Wî destnîşan kir ku qanûna çarçoveyî ya pêvajoyê bi dengên 467 parlamenteran hatiye pejirandin û wî ev hevbîrbûn mîna nîşaneya lihevkirineke berfireh a siyasî pênase kir.

Derbarê statuya Abdullah Ocalan de, Uçum got ku komîsyona Bêçekbûn û Siyasîbûnê dikare damezrînerê PKK'ê yê girtî Ocalan di çarçoveya pêvajoya aştiyê de erkdar bike û heta wî wekî koordînator jî destnîşan bike.

Lê, wî balkişand ku erkdarkirineke wiha ewê ne statuya Ocalan ya mehkûmbûnê û ne jî dema cezakişandina wî neguherîne:

Uçum got ku dabînkirina cihê kar û şertên xebatê, û herwiha îhtîmala hevdîtinên vekirîtir ji bo Ocalan, divê ne wekî îmtiyaz bên nirxandin.

Li gor Uçum, ji bo ku Ocalan di pêvajoya bêçekbûnê û tevlîbûna dewlet û civakê de, rola xwe bi cih bîne, guncaw e ku jibo wî cihê xebatê were amadekirin û navê erka wî bi awayekî fermî were destnîşan kirin.

Uçum herwiha derbarê hilbijartinên giştî yên Tirkîyê di 2028’an jî axivî û got ku dibe dîroka hilbijartinan were pêş xistin.

“Êdî bi piranî zelal bûye ku hilbijartinên sala 2028’an dikarin di Adar an Nîsanê de werin darxistin,” wî got.

Lê, wî dîyar nekir ku pêşdexistina hilbijartinan, jibo serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan tê çi wateyê.

Hilbijartinên seroktîyê û parlamentoyê jibo Gulana 2028an hatine plankirin. Pêşdexistina wan dikare rê li ber namzetîya nû ya Erdogan veke.

Erdogan ev nêzîkî 23 salan e li Tirkîyê desthilatdar e; pêşî wekî serokwezîr û piştre jî wekî serokomar.

Bi referandûma 2017an, Tirkîye derbasî sîstema seroktîyê bû û Erdogan di 2018 û 2023’an de careke din hate hilbijartin. Li gor destûra bingehîn, serok dikare herî zêde jibo du heyaman bibe serok. Lê ger parlamento biryara hilbijartinên pêşwext bide, Erdoğan dikare dîsa bibe namzet.

Jibo biryara hilbijartinên pêşwext, herî kêm dengên 360 ji 600 parlamenteran pêwîst in.

AK Partî ya Erdogan û hevbendên wî xwedîyê 331 kursîyane û jibo gihîştina vê jimarê Erdogan hewcedarê dengên 29 parlamenterên din in.

Hêjayê gotînê ye ku hin beşên daxuyanîyên Uçum ji Reuters, T24 ê ji Ilke Tv'yê hatine girtin.