Li Teqîna Paytexta Tirkîyê Sê Kes Hatin Kuştin

Teqîna roja Sêşembî li Enqere, 20'ê Îlona 2011.

Teqîneka bihêz Enqere ya paytexta Tirkîyê hejand.

Di wê teqînê de, li nêzîkî avahîyên hikûmet û dibistanekê, sê kes hatin kuştin û bi kêmî ve 15 kes birîndar bûn.

Karbidest dibêjin, dibe ku sedema teqînê otomobîleka bombrêjkirî be û we pêdiçe ku karekê teroristî be. Tu komelekê berpirsiyariya xwe beramberî wê hêrişê ranegihandiye.

Wê teqînê herwiha zîyaneka mezin gihande dikan, ofîs û otombîlan.