Wezîrê derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan tekez kir ku siyaseta niha ya Tirkîyê li ser piştgirîya parastina Erebistana Siûdî hatiye avakirin, û diyar kir ku ti biryar li ser şandina hêzên Tirkîyê bo nav Yemenê nehatiye dayîn.
Fîdan di hevpeyvînekê de ligel kenala "TGRT Haber" a Tirkîyê got: "Siyaseta me ya niha parastina Erebistana Siûdî ye. Ti biryar li ser şandina serbazan bo nav Yemenê nehatiye dayîn, lê em piştgirîya pêwîst ji bo parastina Erebistana Siûdîyê pêşkêş dikin."
Fîdan eşkere kir ku hewldanên ji bo rêxistina "Hevpeymanîya Mekeyê" berdewam in û di nav hevpeymanîyê de biryarên sereke hatine dayîn û mekanîzmayên bingehîn, di nav de baregeha leşkerî û sekreterîya giştî, hatine avakirin.
Wî pêşhatên li Yemenê wekî yek ji ezmûnên li pêşîya hevpeymanîyê bi nav kir û amaje bi wê yekê kir ku gelek pirsgirêkên herêmê bi nebûna sîstemeke daîmî ya hevpeymanîyan ve girêdayî ne.
Derbarê hevkarîya leşkerî ligel Erebistana Siûdî, Fîdan da zanîn ku Tirkîyê ji demeke dirêj ve berhemên pîşesazîya berevanîyê difiroşe Riyadê, û diyar kir ku Erebistana Siûdî niha derbarê Yemenê de ligel nêzîkî 30 welatan hevkarîyê dike.
Wezîrê Derve yê Tirkîyê got: "Hin welat di vî warî de gelekî berî me ketine û berî me dest bi hevkarîyê kirine. Wekî hûn dizanin, Amerîka, Brîtanya û hin welatên Ewropî gelek caran armancên ser bi Hûsîyan ve li Yemenê bombebaran kirine, lê dîsa jî bûyer berdewam dikin."
Fîdan got ku civaka navneteweyî berê girîngîyeke têr nedabû êrîşên mûşekî yên li ser Erebistana Siûdî, lê piştî ku Hûsîyan li tengava Bab Mendebê êrîşî keştîyan kir, krîza Yemenê bû pirsgirêkeke ewlehîyê ya mezin ji bo hemû cîhanê.
Derbarê îhtîmala beşdarbûna Tirkîyê di operasyonên leşkerî yên hevpeymanîya berevanîyê de, Fîdan got ku divê pêşî rêkarên teknîkî û yasayî bên temamkirin. Wî herwiha bibîr xist ku şandina hêzên Tirkîyê bo derveyî welat pêwîstî bi erêkirina parlemanê heye, mîna destûrên ku berê ji bo hebûna leşkerî ya li Sûrîyê, Îraqê, Somalê, Libnan, û avên navneteweyî hatibûn dayîn.
Hêjayî gotinê ye di 7'ê Tebaxê de, Şahzadê Tacê yê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman, Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf "Peymana Mekeyê ya Berevanîya Hevbeş" îmze kiribû.