Polîsê Tirkîyê Girt Ser Kenala Televizyonî Halk TV û Weşana Zindî Rawestand

Halk TV

Îro li Stenbolê tîmên polîs ketin avahîya nevendî ya Halk TV û weşana kanala ku qeyûm li hatibû tayînkirin hat rawestandin. Serdozgrîyê ji bo 17 kesên ku di nav wan de xwedîyê kanalê Cafer Mahîroglu jî heye bi îdîaya “bertîl” û “gendelkirina îhaleyê” biryara binçavkirinê da û ji wan 11 kes hatin binçavkirin.

Di dema lêgerîna li avahîyê hemû cade û kolanên derdora avahîyê ji hêla polêsan ve hatin girtin û destûr nayê dayîn ku karmend bikevin avahîyê.

Serokê Lijneya Rêveber a Halk TV Cafer Mahîroglu li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku ekîbên polêsan ketin avahîyê. Mahîroglu di nivîsa xwe de got, “Rêveberê Butlenê Kiliçdaroglu û ekîba wî dikarin kêfxweş bibin. Polîs li ser Halk TV ye.”

Li gorî agahîyên ku Dengê Amerîka wergirtin, lijneya qeyûm li gel ekîbên polîsan hatine avahîyê û rêveberîya kenalê girtin û destûr hêjî nayê dayîn ku xebatkar derbasî nav Halk TV bibin.

Li ser qayûm destnîşankirina Halk TV ji hêla sîyasetmedar û rêxistinan ve bertêk hatin. Serokê Giştî yê Partîya Nû Ozgur Ozel, Hevserokên Giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, Serokê Giştî yê Partîya Baş Muşavat Dervîşoglu, Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Mahmut Arikan, rêxistinên demokratîk û sazîyên mafên mirovan ve bertek nîşan dan û ev yek wek binpêkirina mafê çapemenîyê şîrove kirin.

Hêjayî dîyarkirinê ye ku îro darizandina Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin ya Stenbolê yê berê Ekrem Îmamoglu li kampûsa Girtîgeha Sîlîvreyê hebû. Di vê rojê de girtina Halk TV jî jî tê nirxandin.