Li gor pêzanînên Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye (TUÎK) ji sala 2001’an heta niha cara yekê ye ku li Tirkîyê rêjeya enflasyonê evqas bilind bûye.
Li gor heman pêzanînan sala 2021’an de li vî welatî, di 19 salan de enflasyona herî xirab hat jîyîn û sazîyê enflasyona sala 2021’an wek sedî 36,08 eşkere kir.
Beşek aborîzanên li Tirkîye dibêjin ku daxistina rêjeya faîzan, pandemîya vîrusa korona, kêmahîya hiqûq û sîyaseta çewt û polîtîkayên dervê yên hikûmetê dibe sedema vê yekê.
Herwiha aborîzan bi berdewamî tînin ziman û dibêjin ku neserxwebûna Banqa Navendî ya Tirkîyê û bi biryara Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji kar dûrxistina rêvebir û serokê vê banqê jî dibe sedema enflasyona bilind.
Bi enflasyona bilind ya Tirkîyê ve girêdayî aborîzan Mustafa Sonmez û Erol Katircioglu sedemên enflasyona bilind, hêza kirîna gel, ketina nirxê Lîrayê Tirkî li hember diravên bîyanî hwd. girêdayî mijarê ser gelek xalan sekinîn.
Mustafa Sonmez li ser ji kar dûrxistina serokê TUÎK’ê Prof. Dr. Saît Erdal Dinçer ku bi biryara serokê Tirkîye Erdogan hat dûrxistin axifî.
“3’ê Sibat’ê rêjaya enflasyona meha Rêbendanê tê eşkere kirin. Eger bi vê kar dûrxistinê rêje li gorî sere xwe neyê guhartin, dibe enflasyona Rêbendanê bibe sedî 50 û jibo mehên din jî dibe ku enflasyona salê bibe sedî 70-80.”
Sonmez bi berdewamî jî got ku jibo enflasyona bilind bernameyeke hikûmetê jî tuneye û wî anî ziman ku xistina rêjaya faîzan yek ji sedemên sereke ya enflasyona bilind e.
“Hikûmet jibo enflasyona bilind tiştekê nake. Berîya bilindbûna enflasyonê divê hikûmetê pêşîya bilindbûna diravên bîyanî bigirtîya û rêjeya faîzan bilind bikira. Lê hikûmetê 5 puan faîz daxist û gel jî jibo ku xwe biparêze berê xwe dan diravên bîyanî. Evê jî bihaya her tiştî zêdetir kir.”
Li alîyekî din ve aborîzan Erol Katircioglu jî balkişand ser enflasyona li cîhanê û got jiber pandemîya vîrusa korona û qeyrana siriştê ev yek bibû.
“Banqeyên navêndî yên welatên Ewrupa jibo enflasyona bilind tedbîr standin û rêjaya faîzan bilind kirin. Lê li Tirkîye enflasyon girêdayî gavên hikûmetê û biryara daxistina rêjeya faîzan bilind bû. Bi ketina nirxê Lîrayê Tirkî jî ku Tirkîye di kirîna gelek berheman de girêdayî welatên din e, ev jî dibe sedema bihabûnan hema hema hemî tiştan.” Wî got.
Hêjayî gotinê ye ku Tirkîyê di kirîna gelek amûr û berheman de girêdayî derveyî welat e û girêdayî vê yekê jî bi bilindbûna nirxê diravên bîyanî, bîhaye gelek tiştan zêdetir dike û dîsa îsal jî jiber hişkesalîya li Tirkîyê jî çandinî û sewalkarî lewaz ma û ev jî li ser gelên Tirkîye di alîyê aborî de bandorên neyînê dike.
Your browser doesn’t support HTML5
Raporta Deng/ Mem Botanî