Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê roja Pêncşemê ragihand ku leşkerek di 31'ê Cotmehê de li ser sînorê bi Îranê re, di encama gulebaraneke ji alîyê Îranê ve, hat kuştin.
Wezaretê got ku leşkerê kuştî hewl dida derbasbûneke neyasayî ya sînorê rawestîne dema ku bûyer çêbû.
Li gorî ragihandinê, desthilatdarên Îranê li ser vê bûyerê vekolînek dadwerî û îdarî dest pê kirine. Herwiha, di roja Sêşemê de, berpirsên Tirkîyê û Îranê li cihê bûyerê civiyan.
Anqereyê diyar kir ku bi hevkarîya desthilatdarên Îranê re dixebite da ku hemû hûrgulîyên vê bûyerê bên ronîkirin.