Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan roja Sêşemê got ku Tirkîye piştgiriyê dide hewldanên ji bo vekirina Tengava Hormuzê û diyar kir ku divê ew di dema şerê Îranê de wek "çekekê" neyê bikaranîn.
Ajansa Reutersê ragihand ku Fîdan di konferanseke rojnamegerî de li Dohayê ligel hevtayê xwe yê Qeterî axivîye û gotiye ku “Enqere beşdarî hewldanên ku ji hêla Pakistanê ve têne rêvebirin dibe da ku rêyek ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îran û Amerîkayê de bi rêya danûstandinan were dîtin.”
Li gor Ajansa Anadol a Tirkîyê, Fîdan anîye ziman ku “pêşketinên herêmî yên dawî Tirkîye û Qeterê neçar kirine ku şêwirmendî û hevgirtinê bi hev re xurt bikin, û di rojên dawî de Enqereyê ligel Erebistana Siûdî, Mîrgehên Erebî yên Yekbûyî û Kuweytê jî têkilî danîne da ku rewşa herêmî gotûbêj bikin.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Duşemê got ku ew hizra dirêjkirina "Projeya Azadîyê" dike, lê vê carê rêberîya keştîyan a ji alîyê Amerîkayê ve di Tengava Hormuzê de dê tenê bibe parçeyekî biçûk ji operasyoneke leşkerî ya mezin.
Tevî agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, rejîma Îranê carnan êrîşî hêzên Amerîkayê, welatên herêmê û keştîyên bazirganî dike.