Tirkîye: 6 Kes bi Tawana Sîxurîyê bo Îranê Hatin Girtin

Desthilatdarên Tirkîyê dibêjin ku di oprasyonekê de li pênc deverên welêt, wan şeş kes bi tawana sîxurîya siyasî û leşkerî ji bo ajansên zanîyarî yên Îranê girtine.

Ajansa nîv-fermî ya Anadolu ragihand ku pênc ji wan şeş kesan welatîyên Tirkiyê ne û yê din jî welatîyê Îranê ye. Ev kes di operasyonekê de ji alîyê dozgerîya Stenbolê ve bi hevkarî ligel dijî-terorê û MITê hatine girtin.

Li gor ajansên nûçeyên Tirkîyê, ew şeş kesên ku hatine girtin rasterast têkilî bi efserên Itîla'at ya hêzên Pasdarên Îranê ve hebûn.

Ajansa Anadoluyê ragihand ku ew kes bi komkirina agahîyên hestiyar li ser sazîyên leşkerî yên Tirkîyê tawanbar in û beşdarî qaçaxçîtîya dronan bi rêya Tirkiyê bûne.

Ev ne cara yekem e ku Tirkiyê kesên gumanbar bi sîxurîya bo Îranê desteser dike. Li zivistana borî, dozgerîya Stenbolê girtina 5 kesan bi guneha sîxurîyê bo rejîma Îranê ragihandibû.