Jiber Nefta Kurdistanê, Hikûmeta Îraqê Tirkîye Hişyar kir

Hikûmeta Îraqê roja Yekşemê Tirkîye hişyar kir û ragihand ku rêkeftina nef û gazê ya navbera Tirkîye û Herêma Kurdistanê dibe ku têkelîya bazirganî ya navbera Bexda û Enqerê aloz bike.

Peyvdarê hikûmeta Îraqê Alî El Debbax ragihand ku hinarteya neftê ji Herêma Kurdistanê bo Tirkîyê ne qanûnî û ne rewa ye. Debbax got ku neft û gaz mulkê hemû Îraqîyan e û divê hinarte û dahata wan ji layê hikûmeta fedralî ve bihêne rêvebirin.

Kurd dibêjin, destûrê Îraqê mafê dide wan ku rêkeftinên neftê îmze bikin bêy moleta Bexdayê.

Herêma Kurdistanê di vê mehê de hinartina nefta xav bo Tirkîyê ragihand.