Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyê: Niha 153 Mamosteyên Zimanê Kurdî yên Dewletê Hene

Wêne ji arşîvê ye.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyê ragihand ku li welêt 153 mamosteyên zimanê Kurdî kar dikin.

Wezaretê li ser pirsnameyeke Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dîyar kir ku li 16 bajarên Tirkîyê 118 mamoste bo dersên Kurmancî, 35 mamoste jî bo dersên Zazakî li ser kar in.

Di pirsnameya DEM Partîyê de tê gotin ku bo dersên Kurmancî û Zazakî pêdivî herî kêm bi 191 mamosteyan heye, lê wezaretê ser vê pêdivîyê ti bersiveke berçav neda.

Li Tirkîyê dersên bijartî yên Kurmancî û Zazakî li dibistanên navîn, di polên 5, 6, 7 û 8’an de têne dayîn.

Dengê Amerîka ser pirsanemayê û bersîva wezaretê bi Serokê Komîsyona Perwerdahîya Kurdî ya Memur-Senê Hudaî Morsumbul re peyîvî. Morsumbul got gerek e sîyaseta serekî ya Kurdan berê xwe bide ser rewşa zimên û bi dîplomasîyê bike ku wezaret mamosteyên hewce destnîşan bike.

"Li Tirkîyê niha 86,000 xwendekar dersên Kurmancî û Zazakî distînin. 191 mamosteyên destnîşankirî încex têra 36,000 xwendekaran dikin. Ji bo 50,000 xwendekarên din gerek sîyaseta Kurdan tevbigere û rêk û çareyan bibîne," Morsunbul ji Dengê Amerîka re got.

Wî dîyar kir ku li gor agahîyên di destê wan de bo demên pêş amadekarî tên kirin ku tenê 4 mamoste werin erkdarkirin û ji wan 3 bo Kurmancî ne û 1 jî bo Zazakî ye.

Morsumbul got ku dersên bijartî yên Kurmancî û Zazakî jibo perwerdeya bi zimanê Kurdî gavên girîng in û divê sal bi sal pirtir xwendekar van dersan bibijêrin û mamosteyên hewce werin erkdarkirin.

Jêderên hikûmetê bi xala 42’an ya Qanûna Bingehîn dibêjin ku welatîyên Tirkîyê ji bilî zimanê Tirkî, nikarin bi ti zimanên din perwerdeyê werbigirin.

Li Tirkîyê dersên bijartî yên Kurmancî û Zazakî, di çarçoveya Ziman û Zaravayên Zindî de sala 2012’an destpê kirin.