Şanda Îmralî Dibêje Wê ligel AKP û MHP’ê Şêwirên Pêvajoya Aştîyê Bidomin

Dîmeneke ji preskonferansa ku DEM Partî peyama rêberê Kurd yê zindankirî Abdullah Ocalan bang li PKK’ê dike ku çekan berde, radigihîne.

Şanda Îmralîyê ya Partîya Gelan ya Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) îro Pencşemê derbarê hevdîtinên xwe yên ligel karbidestên Partîya Dad û Pêşpêdanê (AKP) û serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) got ku "wê şêwirmendîyên me bidomin."

Şanda Îmralîyê dîyar kir ku wan “ligel şanda AKP’e û Devlet Bahçelî (serokê MHP’ê) mijarên di rojevê yên tekildarê Pêvajoya Aştîyê Civaka Demokratîk nirxand.”

Şanda Dem Partî rave kir ku di her du hevdîtinan de jî wan qonaxa niha ya pêvajoyê, pêwîstîya awarte ya derxistina çarçoveya qanûnî û girîngîya wê ya amdekirina wê li gor pêdîvîyan gotûbêj kirine.

“Ewê şêwirmedîyên me di vê çarçoveyê de berdewam bikin,” şandê got.

Şandê desnîşan kir ku piştî van hevdîtinên ligel her du partîyên desthilatdar yên Tîrkîyê, "em armanc dikin ku demûdest bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Abdullah Ocalan li Girava li Îmralîyê hevdîtinekê bikin."

Şanda Îmralîyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sîncar û Faîk Ozgur Erol pêk tê, îro Pêncşemê li Meclîsa Tirkîyê ya li Enqerê bi Bahçelî re hevdîtin kiribû.

Şandê do Çarşemê jî bi Cîgirê Serokê AKP’ê Efkan Ala û Serokê Koma Meclîsê yê AKP’ê Abdullah Guler re hevdîtin kiribû.

Piştî civînên ku her yek qasî 40 deqîqeyan berdewam kirin, ti daxuyanî nehatibû dayîn.

Hejayê gotinê ye ku PKK’ê di Gulana 2025’an de operasyonên xwe yê dijî artêşa Tikîyê rawestandin û got ku ewê çekan deynin. Lê hikûmeta Tirkîyê dibêje heta ku çek bi rastî neyên danîn, ew bawer nake û gavan navêje.

Ev hevdîtinên di navbera DEM Partî û partîyên desthilatdar yên Tirkîye pêk hatin, dema ku tê çaverêkirin ku Parlemana Tirkîyê derbarê pêvajoya aştîyê di vê Tîrmehê de planek qanûnê pêşkeş bike.

Lê jiber derengketinê, DEM Partî û gelek sazîyên civakî bi berdewamî xembarîyên xwe dîyar dikin ku ger gavên qanûnî demûdest neyên avêtin pêkan e ku pêvajoya aştîyê bi tevahî têk biçe.