Federasyona Futbolê li Tirkîyê Derheqê Maça Amedspor û Galatasaray Biryarên Dîsîplînê Radigihîne

Federasyona Futbolê ya Tirkîyê (TFF) biryarên dîsîplînê yên ser maça Galatasaray û Amedsporê, ku hefteya borî hatibû lîstin, ragihandin.

Li gor ragihandina TFF’ê, bilêtên elektronîk yên 8 blokên trîbûnên Galatasarayê jiber gotin û livên kirêt bo 1 maç hatine betalkirin û Amedsporê jî 280 hezar lîre cezayê pereyî sitandiye.

Di maça zehmet de bi encama 4-3 Galatasaray li hember Amedsporê bi ser ket û pêşengîya xwe ya di lîgê de xurt kir.

Edîtorê Amed6pasê Serdar Tarîm ji Dengê Amerîka re got cezayên TFF’ê ragihandine nîşan didin ku lîga Tirkîyê heta niha jî Amedspor qebûl nekiriye.

Tarîm dîyar kir ku cezayên bo Amedsporê têne dayîn vê rewşa nepejirandinê rind raber dikin.

"A Galatasarayê tenê çend blokên wan girtine ku li ber gotinên giran ên alîgirên wan dijî Kurdan gotine, ew ceza ne tiştek e. Gava mesele dibe cezayên dijî Amedsporê, sîstem hîn wêrek tevdigere," wî got.

Tarîm got her çiqas nav Amedspor be jî cezayan didin nasnameya Kurdan.

Kurdish Studies Center (KSC) di raporteke xwe ya sala 2026'an de dide zanîn ku li Tirkîyê pirtir ji 4 mîlyon Kurd alîgirên Amedsporê ne.

Li gor raporta KSC’ê, jibo piranîya alîgirên Amedsporê ew tîm him fubol e him jî nasname ye.

Raport raber dike ku li Tirkîyê, li dû Amedsporê, bi rêzê Galatasaray, Batman Petrolspor, Urfaspor, Vanspor û Fenerbahçe di nav Kurdên futbolhez de populer in.