Almanya dê li Başûrê Rojhilatê Tirkîyê Sîstema Patriot Bicih Bike

A U.S. Army Patriot launcher from 5th Battalion, 7th Air Defense Artillery Regiment deployed in Southeast Poland on September 4, 2024. The Patriot missile system is capable of defense against both ballistic and cruise-type missiles and aircraft.

Tirkîyê îro Çarşemê ragihand, ku Almanya dê sîstemeke berevanîya mûşekan a cûreya Patiriot bo dema 6 mehan ku ji meha Hezîranê ve dest pê dike li Tirkîyê bicih bike.

Sîstema nû dê li şûna yeke din, wekî beşek ji serederîya NATO'yê li başûrê rojhilatê Tirkîyê bê bicihkirin, ji bo xurtkirina parastina esmanî.

Tirkîyê di meha Adarê de ragihandibû ku sîstemeke mûşekî ya Patriot a Amerîkî li başûrê rojhilatê welêt, li nêzîkî bingeheke radarê ya NATO'yê hatibû bicihkirin, ji bo rêgirîyîya li gefên mûşekên Îranê.

Di dema şer de, berevanîya NATO'yê çar mûşekên balîstîk ên ji alîyê Îranê ve hatibûn avêtin xistine xwarê.

Wezareta Berevanîya Tirkîyê di daxuyanîyekê de diyar kir ku, “digel hebûna sîstema berevanîya esmanî ya Patriot a Spanî, ku niha li welatê me ye, dê sîstemeke Almanî cihê yek ji du sîstemên din yên Patriot ku ji hêla hevpeymanîyê were guhertin, ev gav di demekê de ye ku nakokîya di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê di holê de ye.”

Daxuyanîyê zêde kir ku “ Pêvajoya guhertinê tê plankirin ku di Hezîranê de bi dawî be û tê çaverêkirin ku şeş mehan kar bike.”