Opozisyona Tirkîyê Dibêje Desthilatê Ser Demokratîkbûnê Ti Gav Neavêtiye

Serokê Yenî Partî Ozgur Ozel

Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel, li Tirkîyê rêberîya opozîsyona serekî li Tirkîyê dike, got kesên dibêjin ew û partîya wî dijî aştîyê ne bi xwe dijî aştîyê ne.

Ozel di Koza TV de ser pêvajoya aştîya Tirkîyê da zanîn ku wan bi helwesta xwe ya dijî Komîsyona Şopandinê ya bo prosesê ji cîhekî rast nîqaş daye destpêkirin.

"Cotmeh qedîya, bû Mijdar, hîn jî tiştek tune. Dibêjin ewê çekdanîn hebe û ewê wekî din tiştekî nekin," Ozel ser desthilatê got.

Wî hefteya borî gotibû jiber ku desthilatê bo demokratîkbûnê ti gav neavêtiye ewê beşdarî Komîsyona Şopandinê nebin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser helwesta Yenî Partîyê bê ku navê wê partîyê bide dîyar kir opozisyon dixwaze rê li ber pêvajoyê bigire û rayedarên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) jî bang li Yenî Partîyê kirin ku jinûve ser biryara xwe bifikire.

Berdevka DEM Partîyê Ayşegul Doganê do Înê da zanîn ku Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan bo Ozel peyamek şandiye, lê dîyar kir ku ew niha naveroka wê peyamê nizanin.

Dogan got ku Heyeta Îmraliyê ya partîya wan wê peyamê bigihîjîne Ozel û ger ew bixwaze dikare peyamê bo raya giştî ragihîne.

Ozel ser peyama Ocalan got ew peyam hîn negihiştiye wî, lê dîyar kir ku bi qasî wî ji medyayê xwendiye, Ocalan wî di rexneyên dijî desthilatê de rast dibîne.

Wî got heta ku Kurdê dawî jî dibêje ‘’kêşeya min hat çareserkirin’’ ew kêşe nehatiye çareserkirin û bi bîr xist ku çend caran bo Amed û Mêrdînê qeyum hatine erkdarkirin.

Yenî Partî piştî rêvebirîya Ozel ji Partîya Gel a Komarî (CHP) hat dûr xistin mehên havînê bi rêberîya wî hat damezirandin.

Li parlemana Tirkîyê ya bi 600 kursî, 90 kursîyên Yenî Partîyê hene û li dû Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya bi 281 kursîyan li desthilatê di rêza duduyan de ye.

DEM Partî ya pro-Kurd tê hesibandin bi 56 kursîyan di rêza sisêyan de ye.

Prosesa nû ya aştîyê, ku hikûmet bo wê dibêje pêvajoya Tirkîyeya Bêteror, Cotmeha 2024’an bi banga Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî destpê kiribû ku partîya wî jî li parlemanê bi 46 kursîyan tê temsîlkirin.

Çaverê ye Komîsyona Şopandinê ya parlemanê hefteya pêş were damezirandin û dest bi karên xwe bike.