Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel dîyar kir ku ewê beşdarîyê li komîsyona çavdêrî û şopandina pêvajoya aştîyê nekin.
Ozel ev agahî îro Çarşemê piştî serdana Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş da.
Wî got ew nikarin di vê rewşê de beşdarîyê li komîsyonê bikin ku li welêt erkdarkirina qeyuman didome, dest datînin ser kanalên televîzyonê, li gor biryarên Qanûna Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa gav nayên avêtin.
Bi berdewamî, Ozel dîyar kir ku niha jibo Tirkîyê karê kêrhatî guherandina desthilatê ye.
Îyî Partîyê jî do Sêşemê piştî serdana Kurtulmuş dîyar kir ku ewê beşdarîyê li komîsyonê nekin.
Kurtulmuş jibo komîsyonê 10’ê Mijdarê dest bi serdana partîyan kir.
Çaverê ye komîsyona ser pêvajoya aştîyê meha pêş were damezirandin û dest bi karên xwe bike.
Pêvojoya nû ya aştîyê, ku hikûmet bo wê dibêje Tirkîyeya Bêteror, Cotmeha 2024’an bi banga Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî destpê kiribû.
Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan Şibata 2025’an bang li rêxistinê kiribû ku çekan berde û xwe hilweşîne.
Jêderên hikûmetê dibêjin pêvajo bêrawestan dibêje û ew projeya herî mezin ya sedsala nû ya Tirkîyê ye.
Rayedarên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dîyar dikin ku jibo pêvajo çapiktir bimeşe van dawîyan sekreteryaya Ocalan hatiye xurtkirin.
Yenî Partî Dibêje Ewê Nekevin Komîsyona Şopandina Pêvajoyê
Serokê Yenî Partîyê Ozgur Ozel (Arşîf)