Fîdan: Rêkeftina Tirkîyê ligel Erebistana Siûdî û Pakistanê Wekî Xala 5'an a NATO ye

Rêberên Tirkîye, Erebistana Siûdî û Pakistanê li dema îmzekirina rêkeftina berevanîyê, 7'ê Tebaxê, 2026.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan ragihand ku rêkeftina berevanî ya welatê wî ligel Erebistana Siudî û Pakistanê hema wekî Xala 5'an a NATO'yê ye.

Fîdan îro Şemîyê ji ajansa Anadolu ya dewletê re got ku di warê teknîkî de rêkeftina hersê welatan wekî Xala 5'an a NATO'yê ye.

Xala 5'an di peymana NATO'yê de dibêje her êrîşek li ser welatekî endam wekî êrîşekê li ser hemû welatên endam tê hejmartin.

Fîdan da zanîn ku ev rêkeftina nû Îranê nake armanc. Wî diyar kir ku komîteyeke wezîran, mîna ya welatên NATO'yê, dê were avakirin wekî beşek ji hevpeymanîya nû. Herwihda dê sekreterekî giştî jî were danîn û dê bingeha wê postê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê be.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê got ku dibe Misir jî paşê tevlî hevpeymanîyê bibe gava ku hinek pirsgirêkên teknîkî werin çareserkirin.

Rêkeftina di navbera Tirkîye, Erebistana Siûdî, û Pakistanê de roja Înê li Riyadê hate îmzekirin.