Serokê Parlemana Tirkîyê Numan Kurtulmuş ser pêvajoya aştîyê got ku ew pir baş diçe.
Kurtulmuş îro Şemîyê li Melburna Awustralya di bernameyeke komeke Îslamî dîyar kir ku têkoşîna wan bo pêşvebirina prosesê ye.
"Pêvajoya du sal in didome ji Xwedê re pir şikur, pir erênî dimeşe. Niha çawa ku di sedsala yekê ya welêt de kêşeya herî mezin teror bû, di sedsala duduyan de jî wê projeya herî mezin damezirandina Tirkîyeya Bêteror be," Kurtulmuş got.
Wî dîyar kir ku ew ser temamkirina pêvajoyê bi biryar in û got ku ewê êdî Tirkîye ti carî bi terorê nekeve bîra mirovan.
Kurtulmuş bi referansên dîrokî ser yekîtîyê got ku wê hêza ti kesî têrê neke ku nevîyên Selahaddîn Eyyubî û Kiliçarslan ji hev veqetîne.
Di dîrokê de, Kiliçarslan bi Tirkbûna, Selahaddîn Eyyubî bi Kurdbûna xwe, ji sedsala 12’an bi têkoşana dijî Xaçparêzan têne zanîn.
Kurtulmuş got sîyaseta dijminên Tirkîyê û Rojhilata Navîn parçekirin û rêvebirina wan e, lê ew niha li hev dicivin û yekîtîya xwe bi vê prosesê çêdikin.
Li alîyê din, di pêvajoyê de raya giştî niha li benda biryara Lijnewa Ewlekarî ya Neteweyî (MGK) ku divê çekberdana Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) "piştrast" bike.
Civîna dawî ya MGK’ê pêr Pêncşemê li dar ket, lê ji civînê ser "piştrastkirina" çekberdana PKK’ê ti biryar derneket.
Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) dibêje jiber ku ji MGK’ê ti biryara ser "piştrastkirina" çekberdanê derneketiye derbarê pêvajoyê pirs fikar çêbûne.
Berdevka DEM Partîyê Ayşegul Dogan do Înê di preskonferansekê de got divê pêvajo bi nîqaşên li dor MGK'ê neyê fetisandin.
MGK du mehan carê kom dibe. Serokomarê welêt ger bixwaze dikare bo rewşeka awarte MGK’ê bicivîne.