Abdulla Ocalan Dibêje “Bêdengbûna Çekan Destpêkek e”

Dîmenek ji Konferansa Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk di 29–30’ê Îlonê de li Londonê

Damezirênerê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di peyameke ya jibo konferanseke li Londonê de got ku ji bo aştîyeke mayînde, divê piştî bidawîbûna şerê çekdar reformên demokratîk û garantîyên qanûnî werin peydakirin.

Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk di 29–30’ê Îlonê de li Londonê, ji alîyê Navenda Xabetên Kurdan (Centre for Kurdish Affairs) ve tê darxistin.

Peyama Ocalan ê ku li Girava Îmralîyê girtî ye, ji alîyê sazkerên Konferansê ve bi nivîskî jî bi raya giştî re, hat parvekirin.

Ocalan di peyama xwe destnîşan kiriye ku : “Bêdengbûna çekan destpêkek e,” û “aştî bi tenê bi yek peymanekê an yek qanûnekê nayê avakirin.”

Wî hilweşîna PKK'ê ne wek radestkirin, lê wek derbasbûna siyaseta demokratîk pênase kir.

Ocalan banga parastina ziman û çanda Kurdî û xurtkirina demokrasîya herêmî kir û piştgirî da entegrasyona demokratîk a bê asîmîlasyon û bê cudakarîyê.

Wî herwiha ser endamên PKK’ê yên beşdarî şerê çekdarî bûne, got ku divê jibo wan derfetên vegera jiyana sivîl û beşdarîya siyaseta demokratîk werin pêşkeş kirin.

Li gor peyama Ocalan, jibo aştîya mayînde gavên beramber, lihevkirin û naskirina êşa hevdu, pêwîst dike.

Wî hevdem got ku divê jin, civakên kêmanî, civaka sivîl û medya jî beşdarî pêvajoyê bibin.

Pêvajoya ku heyî, bidawîkirina şerê zêdetirî çil salan ê di navbera dewleta Tirkîyê û PKK’ê armanc dike. Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de banga hilweşîn û bêçekbûna PKK’ê kir û rexistinê di Gulanê de pejirandinê wê bangê kir.

Parlemana Tirkîyê jî jibo avakirina bingeha hiqûqî ya beçekbûna PKK’ê di Tebaxê de qanûneke çarçoveyî derxist. Niha nîqaş li ser pêkanîna çekberdanê, garantiyên qanûnî û çawanîya vegera endamên berê yên PKK’ê têne kirin.