AK Partî Naveroka Qanûna Çarçoveyî Sibê Radigîne û Peşkeşî Parlementoyê Dike

Parlementoya Tirkîyê

Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar ragihand ku wê sibê roja Çarşemê pêşnîyara qanûna çarçoveyî pêşkeşê parlementoyê bike, ya ku jibo pêvajoya aştiyê avakirina bingehek hiqûqî dike.

Li gor AK Parti, plana bi navê "Pêşnîyara Qanûna Xurtkirina Yekîtîya Neteweyî û Yekîtîya Civakî" wê demjimêr 10:30'an pêşkeşî parlementoya Tirkîyê were kirin.

Piştî wê jî demjimêr 11:00'an AK Parti û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ya hevkarê ne fermî yê hikûmetê, wê preskonferanseke hevbeş çê bikin û naveroka pêşnîyarê eşkere bikin.

Pêşniyar wê pêşî ji alîyê Lijneya Dadwerîyê ve were nirxandin û paşê jî were şandinê civata giştî ya parlementoyê ku li wîr wê her partîyek helwesta xwe dîyar bike, nîqaş werîn meşandin û di dawîyê de dengdayîn were kirin.

Ger, qanûna pêşnîyarkirî bi dengdayînê were qebûl kirin, wê jibo erêkiirna herî dawî were şandinê pêş serokê welat Recep Tayyîp Erdogan ku ew îmza bike û wek qanûnê bikeve merîyetê.

Berîya pêşkêşkirina qanûnê, hikûmetê bi CHP, YENİ Partî û koma Yeni Yol re hevdîtin pêk anînû di derbarê naveroka qanûna pêşnîyarkirî de agahîyên devkî parve kir da ku piştgirîya siyasî ya firehtir peyda bike.

Lê partiyên opozîsyonê gotin ku jiber hikûmetê belgeya qanûna pêşnîyarkirî bi wan re parve nekirîye û nabe ku ew niha helwesta xwe dîyar bikin.

Ji alîyê din ve, piştî civîna awarte ya Lijneya Rêvebirîyê ya DEM Partîyê hat ragihandin ku wê parlementerên Partîyê jî sibe pêşnîyara qanûnan çarçoveyî îmza bikin.

Karbidestên hikûmetê dibêjin ku ev qanûn wê qanûnek demkî û taybet be û herwîha wê girêdayê piştrastkirina bêçekbûna Partîya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bibe.

Herwiha wê jibo bêçekkirina PKK"ê û piştî çek danînê, jibo vegera endmên komê ya Tirkîyê, rêbaz û rêkên qanunî pênase bike.