Tirkîye Pêşnivîsa Qanûna Bêçekkirina PKK’ê Pêşkêşî Parlemanê Kir

dîmeneke endamên PKK'ê

Pêşnivîsa qanûna çarçoveyî ya bi 12 xalan îro Çarşemê hat pêşkeşkirinê parlementoya Tirkîyê, ya ku wê jibo hilweşandin û bêçekkirina Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bingeheke hiqûqî ava bike.

Abdullah Guler, serokê koma parlemanê ya Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya desthilatdar, pêşnîyara ku bi fermî navê wê “Pêşnivîsa Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" ye, bi îmzeya 360 parlemanteran ji seroktîya parlemanê re hatiye pêşkeşkirin.

Di nav parlementerên ku pêşnivîs îmza kirine de yên ji AKP, MHP, DEM Partî, CHP û HUDA-PAR hene, ku piştgirîyeke berfireh ya partîyan nîşan dide.

Pêşnivîsa ku Lijneya Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê ew berî salekê li parlemanê ava kir, di 5’ê Tebaxê de hat pêşkêşkirin.

Li gor pêşnivîsê, xalên qanûnê yên sereke wê piştî ku saziyên ewlehîyê yên Tirkîyê dîyar bikin ku PKK/KCK û saziyên girêdayê wê çalakîyên xwe bi dawî kirine û çekên xwe radest kirine, werin bicihanîn. Pîştre divê Konseya Ewlekarîya Neteweyî vê yekê bi biryarekê piştrast bike ku wê di Rojnameya Fermî ya dewleta Tirkîyê de were weşandin.

Di pêşnivîsê de tê gotin ku Saziyên ewlehîyê yên Tirkîyê wê çek, cebilxane, wesayît, amûr, teqemenî û hemû alavên din yên endamên PKK’ê tomar bikin.

Di pêşnivîsê de pênaseyên jibo tawanên wek damezrandin yan rêvebirin, endametî, alîkarî, propagandaya PKK û fînasekirina terorîzmê hatine kirin ku wê ceza, lêpirsîn û darizandina wan bi çi awayî werîn kirin.

Di qanûna pêşnîyarkirî de, jibo kuştinên bi zanebûn yên ku di çarçoveya çalakîyên rêxistinî de hatine kirin û tawanên ku berîya 1’ê Hezîrana 2005an hatine kirin, yan jî tawanên ku cezayê jiyanê yan jî cezayê jiyanê yê girankirî ti pênase tuneye.

Ev xala dawîn ya pêşnivîsê, damezrinerê PKK’ê yê girtî Abdullah Ocalan li derveyî qanûnê dihêle.

Kesên ku şertên wan li gor pênaseyên di qanûnê de bin, lêpirsîn, darizandin û bicîhanîna cezayan dikarin ji bo pênc an deh salan werin ragirtin yan sekinandin.

Ger di wê heyamê de ew kesana bi sûcekî nû yê têkildarî terorîzmê neyên tawanbarkirin, doz yan cezayên dijî wan dikarin bi temamî werin betalkirin û wê wekî ku wan cezayên xwe kişandine werin hesibandin.

Jibo sûdwergirtina ji vê Qanûnê, piştî weşandina biryara Lijneya Ewlekarîya Neteweyî di Rojnameya Fermî de were weşandin, divê di nav şeş mehan de serlêdanek nivîskî were kirin.

Pêvajoya bicîhkirina qanûnê wê ji alîyê komîsyonekê ve ku bi seroktîya cîgirê serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ve were rêvebirin ku tê de 4 wezîr û berpirsên herî bilind yên ewlehîyê hene, were çavdêrîkirin. Parlamento jî wê komîsyoneke cuda ya çavdêrîyê ava bike.

Tê çaverê kirin ku Lijneya Dadwerîyê ya parlementoyê wê roja Înê pêşnivîsê gotûbêj bike, û dengdana Civata Giştî jî di dawîya hefteyê de were kirin.