Leşkerên Tirkiyê îro Şemiyê di Twîtekê de ragihand ku wan bi riya êrîşên esmanî 15 çekdarên Partiya Karkerên KLurdistanê PKKêji nav nirin û cih û çekên wan ji kar xistin.
Artêşa Tirkiyê axaftina jinavbirin ji bo kuştin birîndarkirin û girtinê di operasyonên wiha bikar tîne.
Êrîşên Tirkiyê yên doh Înê navçeyên Gara, Zap û Avaşîn-Basyan li herêma Kurdistan Îraqê ji xwe re kirin armanc.
Leşkeran got ew bawerin çekdaran xwe jib o êrîşekê amade dikin.
Tirkiyê gelek caran êrîşan dijî çekdarên PKKê li çiyayêpn Qendîl pêk tîne.
Tirkiyê, Amerîka û Yekîtiya Ewrupî, PKK wek rêxistineke terorîst dibînin lê PKK vê yekê red dike û dibêje ew doza mafê Kurdan dike.