Erdogan: Qanûna Hilweşandina PKK'ê di Rojên Pêş de Dê li Parlementoyê be

Serokomarê Tirkîyê R. T. Erdogan

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê ragihand ku pêşnivîsa qanûnê ya girêdayî hilweşandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê ku li gorî qanûnên Tirkîye partîyeke qedexe kiriye, 'di rojên pêş de' dê ji Parlamentoyê re were şandin.

Erdogan ev daxuyanî piştî civîneke Encûmena Wezîran dan. Erdogan di meha bûrî de pesnê wê qonaxê da ku pêvajoya 'Hilweşandina' Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Tirkiyê heye û got: "Pêvajoya Tirkîya bê teror di 22 mehên borî de ji ceribandinên zehmet bi serkeftin derbas bû."

PKK'ê di meha 5 a 2025'an de biryar da ku çekên xwe deyne û xwe hilweşîne, ev yek jî piştî banga rêberê wê yê girtî Abdullah Ocalan hat.