Girtîyekî Kurd li Nexweşxaneyeke Enqerê Jiyana Xwe ji Dest Da

Girtîgeha Sîncanê li Enqerê.

Girtîyê nexweş Tuncer Saglam li nexweşxaneyeke Enqerê canê xwe ji dest da, li gor raportên medya û nasên wî.

Saglam sala 2024'an li Wanê jiber "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin. Ew meha borî ji ber giranbûna rewşa wî ji Girtîgeha bi Ewlekarîya Bilind ya Wanê veguhestibûn Girtîgeha 2’an ya Sîncanê ya Enqerê û ji wir jî rakiribûn Nexweşxaneya Bajêr ya Etlîkê.

Rojnameya Yenî Yaşamê ji zarê nasên Saglam ragihand ku li ser wî gumanên kansera pankreyasê hebûne, lê doktoran teşxîs nedaye.

Ew nas dibêjin wan ji doktoran re gotiye jibo Saglam were berdan divê teşxîs çêbibe, lê ew yek pêk nehat.

Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan îro Şemîyê li civîna partîya xwe Saglam bi bîr anî û got ku hevalekî wan ê din yê girtî canê xwe ji dest daye.

Bakirhan da zanîn ku Saglam tevî nexweşîya xwe ya giran jî nehatiye berdan û got ew ji bepirsan dipirsin ka girtîyên nexweş çima hîn di girtîgehan de ne.

Parêzer û endamê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Veysel Vesek ji Dengê Amerîka re got tevî ku qanûnên Tirkîyê bo girtîyên nexweş mafên derketina ji girtîgehê didin jî, ew maf bi rêka rêziknameyan û pratîkên rayedarên girtîgehan têne pûçkirin.

Vesek dîyar kir ku girtîyên nexweş di nav prosesên burokrasîyê de ji mafên xwe bêpar dimînin.

"Gelek caran daxwaza nexweşê girtî heta tê bicihkirin, ew nexweş yan nexweşîya wî bêveger giran dibe yan jî piştî derketina ji girtîgehê jiyana xwe ji dest dide," wî got.

Vesek bal kişand ku li Tirkîyê di demên dawî de bi rêziknameya Lijneya Çavdêrîya Girtîgehan, çi nexweş an jî ne nexweş, mafê berdanê tê taloqkirin.

Raportên ÎHD'ê raber dikin ku li girtîgehên Tirkîyê herî kêm 1412 girtîyên nexweş hene û rewşa 335’an ji wan giran e.