Raport: Tirkîyê ji Îstîxbarata Brîtanî Daxwaza Rêgirtina li Kuştina Ehmed Şeri’ Kirîye

Ajansa nûçeyan Reuters dibêje ku wê ji pênc çavkanîyên baş agahdar bihîstîye ku ajansa îstîxbarata Tirkîyê (MIT) daxwazek ji îstîxbarata Brîtanî (MI6) re şandiye ku li dijî hewildanên kuştina serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed Şeri’ alîkarîyê bike.

Lê Tirkîyê red dike ku MIT’ê ev daxwaz kiriye.

Reutersê ragihand ku rayedarên payebilind ên Sûrî û biyanî piştî rêze hewildanên kuştinê yên Daişê fikarên xwe li ser ewlehîya Ehmed Şeri’ anîne ziman.

Çavkanîyeke Tirkîyê ji ajansê re gotiye ku MIT, ku di anîna Şeri’ ser desthilatdarîyê de roleke sereke lîstiye, piştî hewildana kuştinê ya meha borî ji MI6 alîkarî xwestiye.

Reuters ji zarê çavkanîyeke payebilind a ewlehîyê ya Sûrî ragihandiye ku ev daxwaz piştî "planeke kuştinê ya pir xeternak" hatiye; Wî destnîşan kir ku MIT, MI6 û rayedarên Sûrî bi berdewamî agahîyên îstîxbaratî parve kirine.

Çavkanîyek ku li ser îstîxbarata Rojavayî agahdar e ji Reutersê re gotiye ku Tirkîyê dixwaze di heman demê de ajansên îstîxbarata Rojavayî bîne Sûrîyê, bi hêvîya ku bibe çeperek di navbera ajansên îstîxbarata Tirkîyê û Îsraîlê de ku niha li Sûrîyê di rikeberîyê de ne.

Piştî vê raportê, Navenda Agahiyên Dijber a Rêveberîya Ragihandinê ya Serokatîya Tirkîyê daxuyanîyek da û got ku agahî nerast in.

Daxuyanîya hikûmeta Tirkîyê tekez kir ku MIT bi awayekî çalak bi dezgehên îstîxbaratî yên navneteweyî û sazîyên ewlehîyê yên Sûrîyê re hevkarîyê dike, lê nûçeya ku MIT ji MI6ê alîkarî xwestiye ji bo parastina Ehmed Şeri’ nerast û bê bingeh e.