Tirkiyê Bingehên Kurdên Sûriyê Topbaran Dike

Artêşa Tirkiyê hin bingehên Kurdên Sûriyê li rojhilata çemê Furatê ji xwe re kirin armanc.

Ajnasa Anadol a nûçeyan îro Yekşemê got artêşê li bingehên Yekîneyên Parastina Gel YPG yên gundê Zor Mixarê xist.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye û ajansa Hawar a nûçeyan jî topbaran ragihandin û got Tirkiyê hin gundên din ên rojhilata çemê Furatê kirin armanc.

Serokê Tirkiyê berê çend caran huşdarî dabû ku wê operasyonan dijî hêzên Kurdî li wir bike.

Ji bo agahiyên zêdetir li dor vê nûçeyê hevkarê me Xalid Fettah li gel peyamnêrê me li Kobaniyê Mehmûd Balî axivî.

Ji bo guhdarîkirina li raporta Mehmûd Balî fayla deng veke

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng