Amerîka: Peymana Deryayî ya Tirkîye û Lîbyayê “Ne Alîkare û Provokatîfe”

Nexşeya peymana deryayî ya di navbera Tirkîyê û Lîbyayê, li Rojhilatê Derya Spî (CCO, Wikimedia Commons — Future Perfect at Sunrise)

Amerîka dibêje ku ragihandina pejirandina peymana deryayî ya Tirkîye û Lîbyayê ji alîyê parlemana Lîbyayê ve girjîyên li herêmê zêde kiriye, di demekê de ku Washington bang li welatên Rojhilatê Deryaya Spî dike ku nakokîyên xwe bi danûstandinan çareser bikin.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji Dengê Amerîka re helwesta Washingtonê dîyar kir û got ku "Ragihandina pejirandina memoranduma lihevkirinê ya di navbera Tirkîye û Lîbyayê de alozîya li herêmê zêde kiriye, û bêkêr û provokatîf e - û helwesta me ya li ser vê mijarê nehatiye guhertin."

Ev daxuyanîya wezaretê piştî wê yekê hat ku parlemana Lîbyayê di 20’ê Cotmeha 2026’an de peymana sînorên deryayî bi Tirkîyê re pejirand. Parlemana rojhilatê welêt bi salan li dijî peymanê bû.

Ev peyman pêşî di 27ê Mijdara 2019an de di navbera Enqere û Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî ya Lîbyayê (GNA) li Terablusê hatibû îmzakirin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di 2019’an de jî, heman peyman wek ”nealîkar û provokatîf” pênase kiribû û hişyarî dabû ku peymanê alozîya li Deryaya Spî zêde kirîye.

Biryarê nakokîya li ser sînorên deryayî û mafên lêgerîna çavkanîyên enerjîyê li Rojhilatê Deryaya Spî ji nû ve xist rojevê, bi taybet jî di navbera Tirkîye û Yûnanistanê de.

“Em hemû welatan, di nav de hevkarên li Rojhilatê Deryaya Spî, han didin ku nakokîyên deryayî bi danûstandinên bi nêta baş çareser bikin û ji her tevgera provokatîf dûr bikevin,” berdevkê Wezareta Derve got.

Karbidestê Amerîkî bal kişand ku çareserkirina nakokîyên li Deryaya Spî dikare rê li ber veberhênan û lêgerîna çavkanîyên enerjîyê veke.

“Çareserkirina aştîyane ya nakokiyên bi vî rengî, rê li ber veberhênana bazirganî û lêgerîna çavkanîyên enerjîyê vedike, ku wê jibo tevahîya herêmêsûdmend be,” berdevkî got.

Peyman li Deryaya Spî, di navbera Tirkîyê û Lîbya de, sînorekî deryayî ya bi 33 kîlometreyan - dîyar dike ku mafên lêgerîn û karanîna çavkanîyên xwezayî, û mafên masivanîyê jî di navbera her du welatan de parve dike.

Yûnanistan û Komara Qibrisê peymanê red dikin û dibêjin ku ew mafê navneteweyî yê deryayan û mafên deryayî yên giravên wê, di nav de Kirîtê, binpê dike.

Yekîtiya Ewrupa, YE, jî dijî peymanê ye û helwesta xwe ya 2019’an dubare kiriye. Li gor YE, peyman mafên serwerîyê yên welatên sêyem binpê dike, ne li gor hiqûqa navneteweyî ye û ne rewa ye.

Lê ev helwest bi serê xwe peymanê di navbera Enqere û Lîbyayê de betal nake.

Tirkîye pêşwazîya biryara parlemana Lîbyayê kir û got ku ew ji 2019’an ve di merîyetê de ye.

Enqere dibêje ku peyman li ser bingeha mafê navneteweyî û prensîpên dadmendîyê, maf û berjewendîyên hevpar ên her du welatan diparêze û alîkarîya xurtirkirina hevkarîya dualî dike.

Wezaretê hevdem bi bîr xist ku her du welat jî endamên NATO ne û bang li Enqere û Atînayê kir ku pirsgirêkên xwe bi dîyaloga dualî çareser bikin.

“Yûnanistan û Tirkîye her du jî hevpeymanên NATO ne. Em wan han didin ku bi dîyaloga dualî nakokîyên di navbera xwe de çareser bikin,” berdevk got.