Caşin: Eger Di Navbera Tirkîye û Amerîka De Bawerîyek Neye Avakirin Dibe Ku Li Sûrîye Şer Bikin

Mesut Hakki Çaşin

Jiber kirîna sîstema S-400’an û operasyona leşkerî ya Tirkîyê ya dijî rojhilatê bakurê Sûrîyê ku di bin kontrola Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) deye, Amerîka bernivîsa toleyan û pêşnîyara naskirina jenosîda Ermenîyan ya dijî Tirkîyê pejirand.

Di bernivîsê de Jibo hin karbidestên Tirkîyê re tolê têne xwestin û firotina çekan jibo Tirkîyê tê xwestin ku were qedexe kirin. Herwiha ji Tirkîyê tê xwestin ku kiryarên xwe li rojhilata bakurê Sûrîyê bi dawî bike. û tê gotin ku kirîna sîstema S-400 jî nayê qebûl kirin.

Piştî vê Amerîka wek gava duyan jî pêşnîyara naskirina jenosîda Ermenîyan pejirand.

Endamê Komîteya Ewlehî û Politîkayên Derve ya Serokomarîya Tirkîyê Profesor Mesut Hakki Çaşin, li ser gavên Amerîka û encamên dibe ku rû bide jibo Dengê Amerîka nirxand.

Caşin dîyar dike ku Tirkîye pêşnîyara naskirina jenosîda Ermenîyan qabul nake. Çaşin careke din dibêje ev meseleyeke parçeyeke ji şer e û berpirsyar hatine ceza kirin.

“Toleyên li dijî Tirkîyê hati ragihandin û bi pêşnîyara naskirina komkujîya Ermenîyan dij hiqûqî û bêyî diplomasîya rewa ye. Biryara sitandina toleyên sîyasî li gor me zextek sîyasî û li dijî gelê Tirk peyameke mezin ya çewt ya dîrokî ye.”

Şewirmendê serokomarê Tirkîyê Caşin, dîsa tîne ziman ku Civata Senatoran ya Amerîkî di darizandina dîrokî de ne mercîyeke xwedî bandor e.

“Tirkîye amadeye. Werin em arşîvên Ermenîyan vekin. Arşîvên Rusya, Îran, Sûrîye û arşîvên li Bulgarîstanê em vekin. Bila dîrokzan lêkolîn bikin ka kî rast e. Lê Senatoya Amerîka ne ji senatoya Tirkîyeyê mezintir e.”

Herwiha Çaşin di berdewama axaftina xwe de got, tolê û pêjirandina pêşnîyara naskirina komkujîya Ermenîyan têkilîyên Amerîka û Tirkîye sabote kir. Eger di navbera herdu dewletan bawerîyek neye avakirin dibe ku Amerîka û Tirkîye, li Sûrîye şer bikin. Wî got.

Caşın di heman demê de bawer dike ku ev biryar da ku serokomar Donald Trump hilbijartinan winda bikin hatine çêkirin.

“Jiber ku sîstema Patrîota ji Tirkîyê re nehat firotin Tirkîye sîstema S-400 kirî. Jixwe serokê Amerîka jî ev anî ziman. PKK û YPG'ê êrîşên terorîstî pêk anî. Amerîka li herema ewle ku xemsarî tevgerîya û berpirsyarîya xwe ne anî cih. Û welatîyên Tirk mirin. Jiber vê yeke ji Tirkîyê jibo parastina xwe ev operasyon pêk anî. Tirkîye ne di pozîsyoneke dagirkerîyê deye.”

Li alîyeke din Caşin da zanîn ku ev toleyan dê zirarê bide aborîya Tirkîyê û herwiha dê zirarê bide aborîya Amerîka jî.

“Tirkiye dê tenê 100 milyar dolaran bide balafirên F-35’an. Jibo balafirên Boeing 125 mîlyar dolar. Herwiha deynê Amerîka li Tirkîyê heye. Eger aborîya Tirkîyê têk biçe aborîya Amerîka jî dê têk biçe. Jiber ku emê wî demî nekarin deynê xwe bidin.”

Your browser doesn’t support HTML5

Raporta Deng/ Mem Botanî