Tirkîyê bi Şika Tevlîbûna Darbê Biryara Girtina 105 Pisporên Teknolijî Da

Ajansa AP radigihîne ku karbidestên Tirk biryara girtina 105 pisporên teknolojîya enformasyonê derxistine ku guman heye ku alîkarîya hewila darbeya leşkerî ya sala borî kirine.

AP dide zanîn ku ji wan kesên xwestî, heta niha 52 berguman ku di sazîyên lêkolîn û telekomunîkasyon yên hikûmetê de dixebitîn, hatine girtin. Ew kes tên tawanbar kirin ku alîkarîya teknîkî dane plankarên darbeya leşkerî.

Biryar îro Sêşemê hate dayîn, di hefteya salvegera yekê ya hewila darbê ya di 15’ê Tîrmehê de ku dora 250 kes tê de hatibûn kuştin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Bînalî Yildirim îro li Stenbolê serdana goristanê kirin ku hin qurbanî lê hatine binax kirin.